Terorkirina Apê Mûsa - Gelo ew Parlamenterê Kurd, sîxurê JÎTEMê bû?

Hewlêr (Rûdaw) – Di rûniştina dadgeha taybet bi dosya terorkirina rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) de, berpirsekî berê yê MÎTa Tirkiyê ragihand ku parlamenterê Kurd ê AK Partiyê Orhan Mîroglu ji dezgeha JÎTEMê re kar kiriye û navê wî yê nihênî jî “Tayfûn” bû. Li gor kurekî Mûsa Anter jî, axaftina wî berpirsê MÎTê arasteya dosyayê diguhere.

Roja 14ê vê mehê di rûniştina 6emîn a Dadgeha Cezayê Giran de li Enqereyê ku taybet bû bi dosya terorkirina rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter, ku di sala 1992an de li taxa Seyran Tepe ya Amedê hatibû terorkirin, berpirsê berê yê antî terorê ser bi MÎTê Mehmet Eymûr, bi sifetê şahid li dadgehê amade bû.

Mehmet Eymûr di îfadeya xwe de behsa Mahmut Yildirim (navê wî yê din Yeşîl e) kir ku bi danîna pilana kuştina Mûsa Enter tawanbar e û got: “Yeşîl berî ku ji JÎTEMê re kar bike, ligel MÎTê kar dikir û li wir çend kesan çavdêriya Yeşîl dikirin. Eger dadgeh dixwaze zanyariyên hûrtir bidest bixe, divê ligel wan biaxife.”

Eymûr di îfadeya xwe de tenê bi wan axaftinan jî ranewestiya û cara yekem hinek zanyarî li ser parlamenterê Kurd ê AKPê Orhan Mîroglu eşkere kir ku 20 Îlona 1992ê di dema bûyerê de ligel Mûsa Anter bû û bi dijwarî birîndar bibû. Eymûr got: “Navê Mîroglu li ba Yeşîl, “Tayfun” bû, Mîroglu karmendê JÎTEMê bû!”

Orhan Mîroglu kî ye?

Mîroglu parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê ye û li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Salên 1970 – 1980an di nav Bizava Ciwanên Demokrasîxwaz de dest bi karê siyasî dike. Sala 1980 peymangeha mamosteyan li Amedê diqedîne û piştî darbeya 12ê Îlona 1980 dikeve girtîgehê û ji aliyê Dadgeha Asayîşa Tirkiyê ve bi hinceta ku endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ye, 15 sal cezayê girtîgehê jê re tê birrîn. Sala 1988 tê azadkirin û heta sala 1995 karê siyasî lê tê qedexekirin. Mîroglu, sala 1999 bi awayekî aktîf vedigere nav meydana siyasî û di nav DTP û DEHAPê de xebat dike.

Piştî girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di sala 2009an de, Mîroglu ji bizava siyasî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê dûr dikeve. Heta demekê dibe qunciknivîsê rojnameya Tarafê û piştre jî derbasî rojnameya Starê dibe, ku nêzîkê AK Partiyê ye. Mîroglu di wê rojnameyê de dest bi rexnekirina PKK û bizava siyasî ya Kurd dike. Di hilbijartinên 7ê Hezîranê û 1ê Mijdara 2015ê de li ser lîsteya AKPê dibe parlamenter û nûnerê bajarê Mêrdînê.

Lixwemukurhatina Eymûr suprîz bû

Îtîrafa berpirsê berê yê antî terorê li nav dezgeha MÎTê Mehmet Eymûr, derbarê peywendiyên navbera “Yeşîl” ku tawanbar e bi kuştina Mûsa Anter û Orhan Mîroglu, arasteya dadgehê û lêkolîna  li ser dosya terorkirina Mûsa Anter diguhere. Li gor Dîcle Anterê kurê biçûk ê Mûsa Anter, axaftinên Eymûr arasteya lêpirsîna di dosya terorkirina bavê wî de diguhere. Di vê barê de Dîcle ji Rûdawê re got: “Ew axaftinên Eymûr ji bo me tiştek nû bû. Tiştekî surprîz bû.”

Dîcle Anter ku wek nûnerê malbata Mûsa Anter beşdarî rûniştina 14mîn a dosyeya bavê xwe bibû, derbarê îtirafên Mehmet Eymûr de wiha axifî: “Eymûr zanyarî derbarê Yeşîl de dan. Got ku dezgeha MÎTê li ser kuştina Mûsa Anter îfadeya Yeşîl wergirtiye. Yeşîl di îfadeya xwe de gotiye ku wî bi qest Orhan Mîroglu nekuştiye, da ku tawan bikeve stûyê PKKê. Herwiha Yeşîl gotiye ku ew Mîroglu wek Tayfûn dinase.” 16 roj bi ser rûniştina dadgehê re derbas dibin û heta niha jî Mîroglu derbarê vê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye.

Parêzerê Malbata Mûsa Anter, Selîm Okçuoglu li ser heman mijarê ji Rûdawê re got: “Li dadgehê bi sifetê mexdûr navê Rêzdar Mîroglu hat. Ew bi xwe di rûniştina dawî ya dadgehê de amade nebû, lê du parêzerên wî li wir bûn. Gotinên Eymûr gumaneke zêde peyda kiriye, wek parêzerê malbata Anter, bo nehîştina nîgeraniya malbata Anter û raya giştî mafê me heye ku em ji rêzdar Mîroglu bixwazin li ser vê mijarê biaxife.”

Gelo îfadeya Eymûr dibe sedem ku doz li ser Orhan Mîroglu were tomarkirin? Okçuoglu wiha bersiv dide: “Em hêvîdar in rêzdar Mîroglu di demek nêzîk de axaftinekê ji raya giştî re bike. Ji ber rewş hewqasî ciddî ye ku wiha bi bêdengî naçe serî.”

Derheqa bêdengiya Mîroglu de, Dîcle Anter wiha dibêje: “Tiştekî balkêş e ku Mîroglu li beramber van axaftinan bêdeng e. Bi baweriya min divê partiyên nav parlamentoyê bi taybetî HDP ji parlamentoyê daxwaz bike Mîroglu helwêsta xwe diyar bike.”

Mîroglu ne endamê JÎTEMê bû”

Abdulkadîr Aygan ku endamekî berê yê PKKê ye, piştî ji PKKê vediqete, dibe karmendê JÎTEMê. Sala 2004ê cara yekem di kitêba xwe de ya bi navê “Vegotina Îtîrafçiyekî JÎTEMê” eşkere kir ku Mahmut Yildirim (Yeşîl) pilandaner û bikujê Mûsa Anter e.

Lê Aygan ku niha li Swêdê dijî, ew yek red kir ku pêywendiya Mîroglu ligel JÎTEMê hebe. Aygan ji Rûdawê re got: “Pêywendiya Mîroglu ligel JÎTEMê tinebû. Eger pêywendiya wî ligel dezgahekî din hebe, ne agahiyên min hene û ne jî min bihîstiye. Herwiha tawanbarkirina Mîroglu ku pêywendiya wî ligel JÎTEMê heye, cihê gumanê ye.”

Rojnamevan û Rêveberê Nivîsê yê Rojnameya Mîlat Erdal Şîmşek, ku rojnameyeke nêzîkê hikûmeta AK Partiyê ye, li ser heman mijarê ji Rûdawê re wiha axifî: “Ew pêywendiyên han gelekî nehênî ne û karmendekî normal ê JÎTEMê tiştekî ji van têkiliyan nizane, tenê berpirsên payebilind dizanin. Herwiha demeke dirêj e li Tirkiyê behsa pêywendiya navbera çend kesên diyar ên nav tevgera Kurdî û MÎTa Tirkiyê tê kirin.”

Li gor Şîmşek, ew pêywendî li ser niyeta xirab û sîxuriyê nayê danîn û derbarê Mîroglu de jî wiha dibêje: “Mehmet Eymûr behsa pêywendiyên navbera Mîroglu û JÎTEMê kiriye ku nêzîkî 40 sal dibe di nav dezgehên îstîxbarata Tirkiyê de navekî diyar e, loma divê mesele ciddî bê wergirtin. Bi baweriya min pêywendiya navbera rêzdar Mîroglu ligel JÎTEMê yan her dezgahekî din ê îstîxbaratê di çarçoveya niyeta pak û hevkariyê de bûye bo çareserkirina pirsa Kurd.”