Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî, CHP û Partiya Rêya Nû li dijî danîna qeyûman çeleng danî pêşiya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê û wan danîna qeyûman protesto kir.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr û Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya li gel çend parlamenteran çelengeke reş danî pêşiya Wezareta Karên Navxwe û darbarî danîna qeyûman daxuyanî da.
“Mafê herî bingehîn ji xelkê hatiye standin”
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser wê yekê ku danîna qeyûman ji sala 2016an ve berdewam dike û wiha got:
"Li vî welatî mafên welatîbûna beşeke civakê tîne tê hesabindin.
Mafê herî bingehîn ê hilbijartinê ji xelkê tê standin. Ev ji aliyekî ve hewldanek e ku xelkê ji welatîbûnê derxe.
Eger sibe hêza wan çêbibe dê parlamentoyê fesix bikin, demokrasiyê rawestînin û hilbijartinan betal bikin.
Ji ber vê yekê ev ne tenê pirsgirêka partiyekê ye. Ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e.
Qeyûm ne tenê ji bo Sêrtê hat tayînkirin, qeyûm ji bo tevahiya Tirkiyeyê hat tayînkirin.
Em rûbirûyî berpirsyariyeke dîrokî ne lewma divê em bi hev re li dijî vê derbikevin û têbikoşin.”
“Her deng xwedî heman nirxî ye”
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr jî diyar kir ku dengên ku xelk di hilbijartinên azad de dane hatine dizîn û wiha got:
"Li her derê vî welatî, her deng xwedî heman nirxî ye û wekî hev pîroz e. Ji aliyê destûrî ve jî wekhev e.
Lê dema li Pilurê, li Esenyurtê, li Sêrt û Mêrdînê tê hilbijartin hûn dibêjin ‘Hûn nikarin hilbijêrin.’
Tekane sindoqa rewa, ne sindoqa hûn tê de tên hilbijartin e.
Em wekî partiyên siyasî li vir in da ku maf û hiqûqa gelê xwe biparêzin.
Em qet li ber van neheqî û bêhiqûqiyan serî natewînin. Bila nebêjin hiqûq, bila nebêjin biryara dadgehê.”
"Ti biryara dadgehê ya teqez nîne”
Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya jî derbarê Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaşê diyar kir ku ti biryara dadgehê ya teqez nîne û got:
“Tevî ku doza wê didomiya jî hevşaredarî kir. Li Sêrtê ti rewşên neyînî rû nedan.
Biryara ku îro ji aliyê dadgeha yekemîn ve hatiye dayîn ne biryareke teqez e.
Li ber qanûnan her kesê ku ti biryara dadgehê ya teqez li ser tune be bê sûc tê hesibandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse