CHP namzedê xwe yê serokkomariyê diyar dike

30-01-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Namzed Serokkomarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) biryar da ku di nav 3 mehan de namzedê xwe yê serokkomariyê diyar  bike.

Li gorî dema yasayî dê hilbijartina Serokkomariya Tirkiyeyê sala 2028an bê kirin lê eger heye hilbijartina pêşwext bê kirin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel doh di civîna partiya xwe ya parlamentoyê de ragihand ku ew dê namzedê xwe yê serokkomariyê eşkere bikin û di roja yekem a pêvajoya diyarkirina namzedê serokkomariyê de ne.

Meclisa Partiyê ya CHPyê dê ji bo destpêkirina roja hilbijartinên pêş ên diyarkirina namzedê serokkomariyê bicive û biryarekê bide.

Piştî biryara Meclisa Partiyê dê li 81 rêxistinên bajaran û 973 navçeyan sindoq bê danîn û ji bo namzedê serokkomariyê dê milyonek û 600 hezar endamên partiyê deng bidin.

CHP dixwaze pêvajoya diyarkirina namzedê serokkomariyê di nava 3 mehan de biqedîne.

CHP dê ji bo diyarkirina namzedê serokkomariyê bi aliyên cuda yên civakê û saziyên sivîl re hevdîtinan bike.

Lê di nav CHPyê de namzedên herî bihêz Serokê Partiyê Ozgur Ozel, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst