Parlamenteriya Can Atalay hat hilweşandin

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Can Atalay Hilweşandina Parlamenteriyê Doza Geziyê TÎP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenteriya Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalay hat belatkirin.

Di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de biryara 13emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a derbarê Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalayê ku ji doza Parka Geziyê 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hat xwendin.

Li ser vê yekê Can Atalayê ku di çarçoveya doza Geziyê de niha li Girtîgeha Marmarayê ya Sîlîvriyê tê girtin, ji parlamenteriyê hat xistin.

Parlamentoya Tirkiyeyê li biryara 13emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a di derbarê Can Atalay de civiya.

Rûniştina parlamentoyê ya ku Serokwekîlê Parlamentoyê Bekîr Bozdag bi rê ve dibir, li ser pêşniyarnameya parlementerên CHPyê, bi şiklê rûniştina girtî pêk hat.

Li gorî rêziknameya hundirîn, pêşniyarname di rûniştina girtî de hat nîqaşkirin. Piştî biryara redkirinê dîsa rûniştina vekirî hat kirin.

Piştî ku biryara dawî ya erêkirina 18 sal cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Bilind ve li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat xwendin, parlamenteriya Can Atalay hat hilweşandin.

Bi hilweşandina parlamenteriya Can Atalay re hejmara parlamenterên TÎPê daket 3yan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst