Mamosteyên sektora taybet daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyên sektora taybet roja duşemê li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê kom bûn û xwepêşandanek kir.

Mamoste ji bo daxwazên xwe pêşkêşî Wezîrê Perwerdeyê bikin daxwaza hevdîtinê kir.

Mamoste daxwaz dikin sînorek ji mûçeyê wan re bê destnîşankirin ku li jorî mûçeyê kêmane be.

Serokê Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Eren Edebalî anî ziman:

“Em dizanin dê sibe opozîsyon pêşniyarnameyên yasayî û lêkolînê pêşkêşî parlamentoyê bike. Em dixwazin bînin ziman ku daxwaza bi sed hezaran mamosteyan heye.

Em bûyereke din wek a Cemal Taştan naxwazin. Em naxwazin careke din rûbirûyî neheqiyan bibin. Em naxwazin gotinên ne di rê de bibihîzin.

Em amade ne li vir bi dehan caran bên desteserkirin lê em dev ji daxwazên xwe bernadin.”

Xwepêşandana mamosteyan çar demjimêran berdewam kir. Polîsan daxwaz kir ku belav bibin lê mamoste li ser daxwazên xwe tund bûn.

Piştî wê Alîkarê Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Kemal Şanlioglu wek nûnerên xwepêşanderan ligel hejmarek mamoste hevdîtinek kir.

Heta niha jî nediyar e ka dê daxwazên wan bên bicihkirin an na.

Parlamenterê CHPyê yê Rîzeyê Tahsîn Ocakli anî ziman:

“Daxwazeke mafdar e. Eger niha hejmara mamosteyên hatin vir 100 kes be jî ew nûnertiya 180 hezar mamosteyî dikin ku li 14 hezar dibistanan dersê didin.

Ya ku dixwazin jî ew e ku mehkumî mûçeyê kêmane nebin û dibêjin ku bi wî mûçeyî nikarin debara xwe bikin.

Dixwazin şert û mercê wan bên sererastkirin. Dixwazin ew mafên ku berî sala 2014an mamosteyan li dibistanên hikûmî hebûn dîsa li wan bên vegerandin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mersînê Perîhan Koca, 3 parlamenterên CHPyê û parlamentera EMEPê ya Dîlokê Sevda Karaca jî beşdarî çalakiya mamosteyan bûn û piştgirî dan wan.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di sala xwendinê ya 2023-2024an de 48 hezar û 265 mamosteyên mêr, 131 hezar û 630 mamosteyên jin ên sektora taybet hene.