Doza zewicandina zaroka 6 salî bo 27ê Sibatê hat paşxistin

30-01-2023
Omer Sonmez
Wêne: Omer Sonmez /Rûdaw
Wêne: Omer Sonmez /Rûdaw
Nîşan Zewaca Zarokan Doz Zaroka 6 Salî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Yekemîn rûniştina doza “zewicandina” keça 6 salî ya bi navê  H.K.G, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê birêve çû. Di dozê de bavê keçikê Yusuf Ziya Gumuşel û kesê pê re zewicî Kadir Îstekli bi girtî tên darizandin. Dayika keçikê Fatima Gumuşela ku bêyî girtî tê darizandin û mexdûr H.K.G beşdarî dozê nebûn.

Berpirsa Platforma Jin Bi Hev Re Bihêz in Newroz Tugçe Ozçelik got “Li Tirkiyê ji skandala Weqfa Ensarê heta roja îroyîn, dixwazin ku îstîsmara ser zarokan normal nîşan bidin. Dixwazin li ser olê rewa bikin. Jixwe Diyanet jî fitwa dide. Lê me, di vê doza eşkerekirina  îstîsmara cinsî de dît ku têkoşîna jinan êdî encam dide û jin dengê xwe bilind dikin.”

Hejmarek zêde rêxistin û platformên jinan, mafnas, baroyên bajêran, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên wek CHP, HDP, TİP beşdarî dozê bûn. Dadgeh li ser daxwaza Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê ya Tirkiyê biryara darizandina nihênî û biryara qedexeya weşanê da. Her wiha ji xeynî Wezareta Malbatê daxwaza tevlîbûna hemû saziyan hate redkirin.

Parlamentera CHP û Endama Komîsyona Wekheviya Firsendê ya Jin û Mêran Candan Yuceer ragihand “Bi biryara veşartin û qedexeya weşanê rastî dernakevin holê. Berevajê vê divê em bi eşkereyî biaxivin û bi vî sûcî re rûbirû bimînin. Her wiha ji bo ku carek din sûcên bi vî awayî çênebin; divê hemû berpirsyar bi şiklê herî giran bên cizakirin.”

Di nav de Ak Partî û Komeleya Demokrasî û Jinê KADEMa ku nêzî hikûmetê ye jî di nav de gelek sazî û rêxistinên jinan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û daxwaz kirin ku doz bi awayekê eşkere bê kirin û berpirsyar bên cizakirin.

Seroka Şaxa Jinan ya Ak Partiyê ya Stenbolê Rabia İlhan diyar kir “Ji bo ku rastiya vê îdiayê derkeve holê û darizandin bi adilane bê encamdan em ê heta dawiyê dozê bişopînin. Her wiha, nabe ku meriv vê dozê bixe stûyê camîa, civat, ol, çand û derdorek.”

Mexdûra bi navê H.K.G. bi zora bavê xwe, di sala 2002yan de di şeş saliya xwe de bi mirîdê bavê xwe Kadir Îstekli yê 29 salî re hatibû “zewicandin.” Bavê wê Yusuf Ziya Gumuşel yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ye. Ji loma jî hejmarek ji cimaeta wî ji bo piştgiriyê li ber derê dadgehê amade bûn û daxwaza berdana wî kirin.

Di îdianameya dozgeriyê de ji bo Kadir Îstekli ji ber “li dû hev îstismarkirina cinsî ya ser zarok” herî kêm 30 sal û ji bo dayik û bavê keçikê jî herî kêm 18 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Dadgeh biryar da ku rûniştina  bê di 27ê Sibatê de bê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst