Beşek ji komeleyên Kurdan bûne cihê çand û pêşxistina zimanê Kurdî

30-01-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Beşek ji komeleyên Kurdan bûne cihê çand û pêşxistina zimanê Kurdî
Beşek ji komeleyên Kurdan bûne cihê çand û pêşxistina zimanê Kurdî
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Komeleya Gundên Çaldiran û Wanê Dersa Kurdî Hilbijêre
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Komeleyên çandî yên Kurdan li gelek bajaran, roleke sereke di balkişandina ser zimanê Kurdî de dibînin.

Di kampanyaya helbijartina dersên kurdî de roleke mezin ya komeleyên Kurdan hene, lê piştî hewla darbeya serbazî ya 15ê Tîrmehê girtina beşeke zêde ya komeleyên Kurdan bandoreke xirab li karên komeleyan jî kiriye. Komeleyên Kurdan hem dibin cihê çalakiyên çand û hunerî û hem jî xebatê ji bo zimanê Kurdî dikin.

Li gorî amarên nefermî li Enqerê û navçeyên wê derdora 500 hezar Kurd dijîn lê tevî vê yekê li Enqerê xwendina Kurdî tine. Karê kampanyayê du sal in li Enqerê bi destê komeleyên bajarên Kurdan bi rêve diçin

Sekreterê Komeleya Çaldêranê Arîf  Seray dibêje: “Em dixwazin li bajarê Enqerê xelkê me yê Çaldêranê û zarokên me dersa Kurdî bixwînin. Em dixwazin zarokên me di hemû astên xwendinê de perwerda Kurdî bibînin.”

Komeleyên Kurdan ên li Enqerê ligel daxwaza hilbijartina dersên Kurdî heman demê karên civakî perwerde û xizmetên din jî ji bo Kurdên Enqerê dikin.

Serokê Komeleya Gundên Çaldiran û Wanê Metîn Aydogan jî got: “Ji sedî 70 em bi Kurdî xeber didin, em car car bi Tirkî jî xeber didin û zarokên me jî perwerdê dibînin. Em alikariya xelkê xwe dikin.”

Zêdetir ji sedî 80 ya endamên wan komeleyan ji Kurdan pêk tên û piraniya wan jî di kampanyayên di derbarê xwendina Kurdî de roleke aktîf dibînin.

Mela û Endamê Komeleya Wanê Mela Savcî Uçum jî got: “Ya girîng ew e ku malbat li malên xwe bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Piştî wê em dizanin hebûna dersên Kurdî ji me re derfeteke mezin e, du seat jî be em zarokên xwe bişînin dersa kurdî baş e.”

Alîkarê Serokê Komeleya Çaldêranê Orhan Uçum jî dibêje: “Em Kurd in û malbatên me Kurd in armanca me ew e ku zarokên me jî bi zimanê xwe bixwînin, bila zimanê xwe ji bîr nekin, ji xwe komeleya me jî ji bo wê yekê kar dike ku em zimanê xwe ji bîr nekin.”

Li gorî amarên komisyona parlementoyê piştî hewla darbeya serbazî ya 15ê tîrmehê 1229 komele û weqif hatine girtin û beşek ji wan jî komeleyên Kurdan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst