Minîbus ket nav şahiya leşkeriyê: 1 mirî, 5 birîndar

30-01-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Şahiya Leşkeriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çekmekoy a Stenbolê mînîbusek kete nav grûba ku şahiya leşkeriyê dikirin, di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Roja Yekşemê 29ê Çileya 2023an derdora demjimêr di 19:30an de kesekî ku ji bo beşdarî şahiya şandina xortekî bo leşkeriyê bibe çûbû Taxa Sultançiftligi ya navçeya Çekmekoy a Stenbolê, mînîbusa xwe li serê cadeyê park dike.

Ji ber ku frena destî ya mînîbusê nehatibû kişandin, ji ber xwe ve birê ket û ket nava girseya ku govend digerandin. Di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Di tomareke vîdyoyî de ku bi telefonê hatine girtin de kêliyên ku mînîbûs dikeve nav koma ku govendê digerîne diyar dibe.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê, tenduristiyê û ewlehiyê ji bo cihê bûyerê tên şandin. Tîmên hawarçûnê kesên ku di bin mînîbusê de mabûn rizgar kirin û gihandin tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê piştî dermankirina destpêkê ya li cihê bûyerê, birîndar birine nexweşxaneyên derdorê.

1 mirî û 5 birîndar

Di qezayê de B.T ê 16 salî, Cenk Caner Kemer ê 28 salî, K.S ê 13 salî, Yasîn Yildirim ê 19 salî û Can Pusa birîndar bûn. Ji birîndaran Sezaî Yildiz ê 55 salî, li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û canê xwe ji dest da.

Şofêrê minîbusê hat desteserkirin

Şofêrê mînîbusê Metehan Yilmaz hat desteserkirin. Di îfadeya xwe ya li rêveberiya ewlehiyê de diyar kir ku ew ji bo şahiya leşkeriyê bi minibusa xwe çûye wê kolanê, piştî ku mînîbusa xwe park kiriye, frena destan kişandiye û bi qasî 10 xulekan piştî ku tevlî şahiyê bûye minibus bi ber bi jêr ve çûye û li girseya ku şahî dikir qelibiye.

Ji bo Şehabettîn Karaduman ê ku şahiya leşkerî birê xistiye, ceza hat birîn û mînîbus ji kolanê hat birin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst