Li Stenbolê rê nedan ciwanan muzîka Kurdî bijenin

31-01-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Muzîka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Rêxistina HDPê ya Bajarê Stenbolê Ferhat Encû bi belavkirina vîdyoyekê ku li ser twîttera xwe parve kiriye, dibêje ku polîsên cil û bergên sivîl nahêlin ciwan muzîka Kurdî bijenin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Parêzgehê Ferhat Encû li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: “Ji bo ciwanên ku li cadeya Îstîklalê muzîka Kurdî dijenin, polîsek bi cil û bergên sivîl dibêje, 'Her der herêma min e, hûn nikarin bikin.'”

Di dîmenan de xuya ye ku kesekî bi cil û berg ji ciwanên li kêleka xwe re dibêje, “Her der warê min e. Qad, li vir, her der warê min e. Hûn nikarin bikin.”

Ferhat Encû diyar nekiriye ku ew bûyer kengî qewimiye û derbarê bûyerê de ti agahiyên zêde belav nekiriye.

Berê jî bûyerên wisa çêbûbûn

Di Hezîrana 2019’an de ciwanên bi navê Zana Zendo û Serhat Çelîk ên li cadeya Îstîklal a Stenbolê ya li semta Taksîmê bi Kurdî stran digotin, hatibûn desteserkirin.

Dîsa di Hezîrana 2021’an de ekîbên polîsan ên Şaredariya Beyogluyê destûr nedan ku muzîkjenên Kurd li cadeya Îstîklalê stranan bibêjin û dest danîbûn ser enstrumanên wan.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst