Nîqaşa li ser Kurdbûna Bekir Bozdag gurr bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bekir Bozdag ji aliyê Erdogan ve bo cara sêyem wek Wezîrê Dadê hat destnîşankirin û bi vê yekê re jî nîqaşa li ser nasnameya wî ku Kurd e, careke din ket rojevê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul roja 28ê vê mehê dest ji kar berda û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li şûna wî Bekir Bozdag wek Wezîrê Dadê yê nû destnîşan kir.

Bekir Bozdag ku ji aliyê Erdogan ve wek Wezîrê Dadê hat diyarkirin, Kurdekî xelkê bajarê Yozgata Tirkiyê ye.

Nîqaşa Bahçelî û Bozdag

Destbikarbûna Bekir Bozdag wek Wezîrê Dadê yê nû, nîqaşeke wî û Serokê MHPê Devlet Bahçelî bibîr xist ku MHP û AK Partî niha hevbeşên Tifaqa Cumhur in.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê 2018an biryara rakirina sirûda netewperest (Andimiz) hilweşandibû ku ew sirûd her sibehê li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dihat xwendin û hikûmeta AK Partiyê ew sirûd ji sîstema xwendinê rakiribû.

Bekir Bozdag jî ku yek ji kesayetên çalak ên AK Partiyê ye, nerazîbûn nîşanî biryara wê dadgeha bilind (Daniştay) dabû û tekez kiribû ku “yasa û destûr hatiye binpêkirin.”

`Dikare bêje ez Kurd im

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHPê) Devlet Bahçelî jî li ser hesaba xwe ya Twitterê bertek nîşanî Bekîr Bozdag dabû û gotibû, “Birêz Bozdag dikare bêje; `ez Kurd im, azad im.` Ti kesê zimanê wî negirtiye.Ti kesê negotiye bêdeng bibe û rûne cihê xwe jî. Bila li gor xwe, nirxandinê bike. Miletê Tirk ew gihandiye postên herî baş û bilind. Lê divê ew hizir li ser kêmxistina miletê Tirk neke.”

Bahçelî di dewama peyama xwe de hişyarî jî dabû Bozdag û gotibû, “Kesê bêje, `ez PKKyî me, cudaxwaz im û dê ji bo Kurdistanê kar bikim`, cezayê wê diyar e, dê encaman qebûl bike. Ez hişyarî didim, bila Bozdag li ser vê yekê baldar be.”

 

 

Erdogan lê xwedî derketibû

Piştî van gotinên Bahçelî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Bekîr Bozdag xwedî derketibû û bo Bahçelî gotibû, “Ji aliyekî dibêjî, ez ne cudakar im, li aliyê din tu dê sivkatî û heqaretê li hevalekî me bikî û gefan lê bixwî ku bi salan wezîrtî kiriye. Em li pişt wezîrê xwe ne. Bi rastî ev sivkatî û tehdîda li hember wezîrê me li serokekî giştî nayê. Ev cihê xemgîniyê ye. Ez rêhevalê xwe feda nakim. Dûr an nêzîk ti têkiliyeke hevalê min bi nijadperestiyê nîn e.”

`Dibe Kurd be`

Di dewama axaftina xwe de Erdogan derbarê Bekir Bozdag de gotibû, “Dibe eslê xwe Kurd be, lê hevalekî me ye ku xizmeta vî miletî kiriye. Em şahid in ku vî wezîrê me xizmetên mezin bo bajar û welatê xwe kirine. Em çavê xwe li ti gefeke li hemberî hevalê xwe nagirin. Ti pirsgirêka me li gel Tirkbûnê nîne.”

Piştî vê nîqaşê, heyamekê yek ji mijar û nîqaşên siyaseta Tirkiyê Bekîr Bozdag û nasnameya wî bû û niha nîqaşa li ser nasnameya Bozdag careke din ketiye rojevê.

Herwiha Erdogan sala 2017an jî gotibû, “Niha di hikûmeta me de, di partiya me de, hevalên me yên Kurd hene. Birêz Bekîr Bozdag ku berî niha gotarek pêşkêş kir, Kurd e.”

 

 

Bekir Bozdag kî ye?

Bekir Bozdag 1ê Nîsana 1965an li navçeya Akdagmaden a bajarê Yozgatê jidayîk bûye.

Bekîr Bozdag li Zanîngeha Uludag a Bursayê, beşa Îlahiyatê xwend û mastera xwe li heman zanîngehê li ser beşa Dîroka Ayînan a Enstîtuya Zanistên Civakî temam kir. Bozdag herwiha li Zanîngeha Selçuk a Konyayê Hiqûq xwend.

Bekir Bozdag ku yek ji kesayetên çalak ên AK Partiyê ye û di wê partiyê de gelek erk wergirtine, xulên 22, 23, 24, 26 û 27 wek parlamenterê Yozgatê yê AK Partiyê hat hilbijartin.

Siyasetmedarê Kurd ev cara sêyem e ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve wek Wezîrê Dadê tê destnîşankirin.