Çalakiyên ji bo dersa Kurdî li bajarên Tirkiyê zêde bûn

Stenbol (Rûdaw) - Xebatên ku ji bo waneyên bijarde heta niha li bajarên Bakurê Kurdistanê dihatin kirin êdî li bajarên Tirkiye jî destpêkirin. Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî û Hereketa Zimanê Kurdî li kuçe û kolanên Stenbolê dest bi belavkirina belavokan û agahdarkirina xelkê kirin. Çend partiyên siyasî jî di van xebatan de cîh girtine û bang li malbatan dikin da resên kurdî bi zarokên xwe bidin hilbijartin.

Proseya serlêdana waneyên bijarde û kampanya agahdarkirina malbatan piştî bajarên Bakurê Kurdistanê li bajarên Tirkiye jî destpêkir. Rêxistinên ku xebata agahdarkirina malbatan li xwe girtine, li navçeyên Stenbolê ên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye dest bi belavkirina belavok û agahdarkirinê kirin.

Pêşî Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî li navçeya Sûltangaziyê xebat meşandin û seredana dibistan, esnaf û malbatan kirin.

Nûnerê Komeleya Hezkurdê Sûphî Ozgen dibêje: “Bi tesadufî rêvebirê dibistanê jî Kurd derket. Wî diyar kir ku ew gelek kêfxweş bûye ku kampanyeyek bi vî rengî ji bo zimanê Kurdî hate destpêkirin. Rêvebirê dibistanê da zanîn ku heta niha li wê dibistanê kesê ji bo dersa Kurdî serlêdan nekiriye, lê heta 7 Sibatê dem heye û eger hinek ji bo Kurdî serlêdana dersa bijarte bike jî ew dê kêfxweş bibe.”

Welatî Rîza Yildirim jî got: “

Hereketa Zimanê Kurdî jî li Navçeya Fatîhê bi beşdariya hin partiyên siyasî u hejmarek xwebexşan heman xebat meşand. Beriya agahdarkirina xelkê nûnerên Hereketa Zimanê Kurdî, nûnerê Hak-Par, Huda-Par û Partiya Pêşerojê (Gelecek) jî bi daxuyaniyên xwe bagng li malbatan kirin da giringiyê bidin hilbijardina dersên Kurdî.

Nûnerê Partiya Pêşerojê li Fatîh Bedîr Baysal jî got: “Di sala 2022an de eyb û cihê şermê ye ku em ji bo meseleyeke wiha kom dibin û daxuyaniyan didin. Xelk diçe fezayê, Çînê roj çêkir, Amerîka teleskopek ecêp şand fezayê û em jî hîna daxwaz dikin ku kurdî bibe zimanê pirwerdeyê. Dema cahil li ser post bin wiha dibe.”

Nûnerê Huda-Parê Tahir Kizmaz jî dibêje: “Em dibên ku Kurdî jî yek ji ayetên xwedê ye û divê bi vî awayî qîmet bê girtin û di dibistanan de eynî weke Tirkî bibe zimanê fermî yê duyem.”

Tevî ku zêdetirîn hejmara Kurdan li Stenbolê dijîn jî heta niha ji bo waneyên bijarde li qadê tu xebat nehatibûn kirin. Piraniya xelkê hêjî bêhay e da ku li dibistanan mafekî wiha ketiye meriyetê û zarok dikarin dersa Kurdî hilbijêrin. Xwebexş û nûnerên saziyên ku pêşengiya vê kampanyayê didin zanîn ku ew dê heta 7ê Sibatê roja dawîn a serlêdanan wê giraniyê bidin Stenbolê.