Hêzeke girêdayî PKKê kargeha serokekî Partiya Saadetê şewitand

30-01-2021
HBDH şewitandina kargeha Serokê Navçeya Dîkîlî yê Partiya Saadetê lixwe girt
HBDH şewitandina kargeha Serokê Navçeya Dîkîlî yê Partiya Saadetê lixwe girt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Milîsên Tevgera Şoreşgeriya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a girêdayî PKKê şewitandina kargeha çerezan û tesîsa kofteyan a Serokê Navçeya Dîkîlî yê Partiya Saadetê Mûstefa Înan lixwe girt.

Medyaya nêzîkî PKKê ragihand ku Milîsên HBDHê, li Îzmîrê kargeha Serokê Navçeyê yê Partiya Saadetê Mûstefa Înan da ber agir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê milîsên HBDHê ve hatî dayîn de hate gotin, “Roja 30’ê Çileya 2021an saet derdora 03:00an li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê, kargeha çerezan û tesîsa kofteyan, ji aliyê milîsên me ve hatiye şewitandin û bûye xwelî. Kargeha ku çalakî li dijî wê hatî kirin a Serokê Navçeya Dîkîlî yê Partiya Saadetê Mûstefa Înan e.”

HBDHê herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew çalakiyan hişyarikî ye û dê çalakiyên wan ên bi wî rengî berdewam bin û dibêje:  “Ji bo bi temamî ji holê rakirina siyaset-leşker a mêtînger û desthilata mêtîngeran e. Ji ber vê çendê di serî de desthilat, yên ku li beramberî vê çêkerê xwe li dijî pêkanîna êrîşan bêdeng dike û temaşe dike, îro tenê daxwaza wan ev e ku xwe di nav desthilatdariya nû de bi cih bikin. Divê were zanîn ew dê qirêjiya dîrokê were paqijkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst