HDP yekem ligel Partiya Saadetê dicive

Enqere (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaza hevdîtinê ji 4 partiyên oposizyonê kir û yekem bersiva  erênî jî Partiya Saadetê da û biryar e roja Duşemê, Hevserokên HDP Mithat Sancar û Pervîn Buldan li navenda giştî ya Partiya Saadetê werin pêşwazî kirin.

Gerên hevdîtinên di navbera partiyên oposizyonê li Enqerê berdewam in. HDP roja Duşemê 1ê Sibata 2021an dest bi civînên xwe yên li gel partiyên opozîsyona Tirkiyê dike û armanca HDPê ew e ku eniya li hemberî desthilatê û polîtîkayên wê xurtir bike. HDPê bi vê armanca randevu ji CHP, Partiya DEVA, Partiya Paşeroj û Partiya Saadetê xwastiye.

Derbarê mijarê de Berdevka HDPê Ebru Gunay got: “Gerên  hevdîtinên me dê 1ê Sibatê dest pê bikin. Em dixwazin li ser mijarên di rojevê de yên weke aborî, siyasî, darizandin û sistema dadwerî û dadhegan û li ser hemû mijarên din bi partiyên oposizyonê re hevdîtinan bikin, bi wan rê şêwira xwe bikin.”

Di dema serada xwe ya ji bo CHPê de Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan eşkere kir ku ew amade ne bi HDPê re hevdîtinan bikin û biryar e Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu jî dê bi hevserokên HDPê re bicive

Serokê DEVAyê Alî Babacan got: “Min bi rêya çapemeniyê bihîst ku HDP dixwaze bi me re hevdtînan bike, lê heta niha daxwaza wan a fermî negehiştiye destê me. Lê ku daxwaze wan hebe em amade ne hevdîtinê bikin.”

Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu jî got: “Bêguman em dê li gel partiyên siyasî civanan bikin. Em çi partiyekê weke neyar nabînin. Her partiyeke siyasî ku li gorî yasaya hatiye damezrandin li parlementoyê be yan li dervey parlementoyê be, em amadene pêşwaziyê li wê partiyê bikin.”

Yekem bersiva erênî ji bo daxwaza hevdîtinan a HDPê ji aliyê Saadetê ve hate dan. Li gorî plana hatiye ragehandin Hevserokên HDPê dê roja Duşemê bi şanda Partiya  Saadetê re hevdîtinekê pêk binin.

Derbarê vê yekê de  Cîgirl Serokê Partiya Saadetê Mesut Dogan got: “Gelek partiyên siyasî seredana me dikin em jî heta ji destê me were pêşwaziya hemûyan dikin. Roja Duşemî jî HDP dê seredaneke nezaketî pêk bîne. Hêvî dikim ser xêrê be.”

Plana seredana HDPê bi giştî nehatiye aşkerekirin, lê li gorî agahiyên HDP herî dawî dê bi CHPê re bicive û daxwazê ji CHPê bike di rêkûpêkirina bereyê oposizyonê de roleke zêdetir hebe.