Akşener: Li Îdirê ji bo ku HDP bi ser nekeve em namzed destnîşan nakin

30-01-2019
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan ÎYÎ Partî Meral Akşener HDP Îdir Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ragihand ku ew li bajarê Îdirê namzed dest nîşan nakin û li ser sedema vê yekê jî got: “Ji bo ku HDP bi ser nekeve.”

 

Meral Akşener li Enqerê ji rojnamevanan re axivî û got ku partiya wê li bajarê Îdir ê Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê namzed destnîşan nekiriye.

 

Li ser sedema vê yekê jî Meral Akşener got: “Dema em namzedekî destnîşan bikin, wisa xuya dike ku HDP dê şaredariyê misoger bike. Madem ev sîstem dê li Îdirê bi HDPê re têkeve pêşbaziyê, em li Îdirê namzed destnîşan nakin. Ji ber vê yekê jî em ti pirsgirêkekê nabînin ku şaredarî di destê AKP an jî MHPê de be.”

 

Li Îdirê di hilbijartinên 2014an de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi bidestxistina 18 hezar û 168 dengan bûbû partiya yekem. Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) bi 17 hezar û 442 dengan bûbû partiya duyem û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) jî bi 4 hezar û 490 dengan bûbû partiya sêyem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst