Şanda Tirkiyê beşdarbûna Kongreya Soçî ragirt

30-01-2018
RÛDAW
Nîşan Soçî Kongre Tirkiye Rûsya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Şanda Tirkiyê beşdarbûna xwe ya di Kongreya Soçî de ragirt û ragihand ku ji ber danûstandina xirab a Rûsyayê ligel şanda Opozîsyona Sûriyê biryareke wiha wergirtiye.


Hat ragihandin ku niha ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di peywendiyê de ne.


Îro (30.01.2018) Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê tê sazkirin. Rûsya mazûvaniya kongreyê dike û Îran jî piştgirî dide. Lê Kantonên Rojavayê Kurdistanê, Opozîsyona Navxwe ya Sûriyê ya bi serokatiya Hesen Ebdulezîz û hejmarek Kurdên Êzdî yên niştecihên Rûsyayê kongre boykot kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst