Serokê ÎYÎ Partiyê: DEM Partî bi rayedarên dewletê re çûye Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ÎYÎ Partiyê Musavvat Dervişoglu derbarê serdana DEM Partiyê ya Îmraliyê de axivî û got: “Xuya ye hinek kesên ku bi hinek ji rayedarên dewletê re ew serdan kirine nivîseke hevbeş amade kirine.”

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ji bo hevdîtina bi rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re doh çûbûn Girava Îmraliyê.

Piştî serdanê peyameke Ocalan jî ji aliyê DEM Partiyê ve hat belav kirin.

Serdana Îmraliyê û peyama Ocalan bûn sedema nerazîbûna hinek aliyan.

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavvat Dervişoglu derbarê serdanê de axivî û bertek nîşan da.

"Ligel dewletê nivîseke hevbeş hatiye amadekirin"

Dervîşoglu ragihand ku serdan doh hatiye kirin lê daxuyanî îro hatiye dayîn û got:

"Xuya ye hinek kesên ku duh bi hinek rayedarên dewletê re ew serdan kirine hevdîtinek kirine û nivîseke hevbeş amade kirine.

Ez dê wê nivîsê bi hurgulî bixwînim û çi tiştekî ku dijî dewleta Komara Tirkiyeyê û miletê Tirk tê de hebe binirxînim û bi raya giştî re parve bikim."

Abdullah Ocalan di peyama xwe de gotibû ku ew piştgiriyê didin paradîgmaya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê MHPyê.

"Çi ji Abdullah Ocalan hatiye xwestin"

Musavvat Dervîşoglu amaje bi wê peyamê da û got: "Em nizanin paradîgma çi ye. Em nizanin ka çi ji Abdullah Ocalan hatiye xwestin.

Hûn dibêjin 'serokê terorîstan Ocalan' ma dê Komara Tirkiyê ji 'serokê terorîstan Ocalan' li benda çi be?"

Serokê ÎYÎ Partiyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû:

"Ya rast min fam nekiriye lê ji doh heta îro hinek tebîetên vê hikûmetê hene ku rêxistinên terorê wekî dost, dostan jî wek rêxistinên terorê radighîne.

Ez dê herwiha li girtenameyên van serdanan jî binêrim û nirxandinên pêwîst bikim."

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hatibû 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an çûbûn serdana Îmraliyê û li gel bêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan civiya bûn.

Serdan piştî bangawaziya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêk hat ku digot bila Ocalan banga danîna çekan li PKKê bike û hilweşîna wê rabigihîne.