DEM Partiyê li ser hevdîtinê daxuyanî da: Abdullah Ocalan çi got?

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê li ser hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re got,  “Nêrînên wî yên ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ya Pirsgirêka Kurdan gelekî girîng in.”

DEM Partiyê li ser hevdîtina xwe ya bi Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyaniyek belav kir.

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sûreyya Onder ku doh li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinek kiribû derbarê naveroka hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan tendirûst û bi moral bûye û nirxandinên wî yên li ser çareseriya pirsa Kurd gelekî girîng bûne.

Hatiye gotin ku di hevdîtinê de rewşa Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatiye nirxandin û Ocalan li hemberî “senaryoyên tarî yên ku tên ferzkirin” pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirine.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de anî ziman:

“Me 28ê Kanûna Pêşîn li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî.

Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir bilind bû. Nêrînên wî yên ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ya Pirsgirêka Kurdan gelekî girîng in.

Di hevdîtinê de ku pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, Birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.”

"Bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye"

DEM Partiyê destnîşan kir ku çarçoveya giştî ya raman û nêrînên Abdullah Ocalan wiha ne:

“Bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan jî xwedî girîngiyeke çarenivîssaz û lezgîn e.

Ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîst e hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nav hesabên kurt û demkî înîsiyatîfê wergirin, helwesteke erênî nîşan bidin û beşdariyeke erênî bikin. Bê guman yek ji qadên herî girîng ên vê beşdariyê jî dê Parlamentoya Tirkiyeyê be.

Bûyerên li Xeze û Sûriyeyê nîşan da ku ev pirsgirêka bi midaxeleyên derve dixwazin bikolin û bikin birîn, êdî nabe ku çareseriya wê were bipaşxistin. Ji bo serkeftina xebateke bi vê cidiyetê pêşniyar û beşdariya mixalefetê jî bi qîmet e.

Ez jî xwedî pisporî û îradeya pêwîst im ku piştgiriyeke erênî bidim paradîgmaya nû ya ku Bahçelî û Erdogan piştevaniya wê dikin.

Şande dê vê nêzîkatiya min hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di bin ronahiya van de ez amade me ku gavên erênî yên pêwîst biavêjim û bangê bikim.

Hemû ev hewldanên me dê welat bigihîne asta ku heq kiriye û di heman demê de dê bibe rêberekî gelekî hêja ji bo veguherîna demokratîk jî.

Dem ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”

Hevdîtina di navbera Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan û parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê ya li Îmraliyê doh derdora saet 11:00an dest pê kir û danê êvarê bi dawî bû.

Li gorî agahiyan hevdîtina di navbera şandeya DEM Partiyê û Ocalan de 3 saetan berdewam kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst