KONYA - Xwediyên kerî destdirêjî li şivan kir û vîdeoyên destdirêjiyê girtin

29-12-2023
Nîşan Konya Destdirêjî Şivan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediyên keriyê pez ji ber ku wî 2 mêşin û bizinek winda kirine tecawizî şivan kir û dîmenên destdirêjiya xwe girtin.

Li bajarê Konyayê xwediyên keriyê pêz Î.K. (42) û H.O. (37), li şivanê pez Î.B. (22) xist û wan destdirêjî lê kir.

Gumanbaran ji bo şivên bitirsînin vîdeoyên destdirêjiya xwe qeyd kirin.

Î.K. û H.O. hatin girtin û li her yekî ji wan 14 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Bûyerê Gulana 2022yan li navçeya Beyşehîrê ya Konyayê rû da.

Şivanê 22 salî, 2 mih û bizineke Î.K. û H.O. winda kirin. Xwediyên pêz jê xwest ku pereyên wan bide lê şivan got ew nikare van pereyan bide.

Piştî vê yekê xwediyên Î.K. û H.O. di demên cuda de çend caran destdirêjî li şivan kir û vîdeoyên van destdirêjiyên xwe girtin.

Herwiha H.O. belgeyek bi şivan da îmzekirin ku dê heta 12ê Kanûna Pêşîna 2023yan li cemê bixebite yan na dê 20-50 hezar lîreyî bide wî.

Li gorî nûçeya DHAyê, Serdozgeriya Komarê ya Seydîşehîrê îdianameyek amade kir ku tê de behsa hûrgiliyên vê bûyera tundî û destdirêjiyê tê kirin.

Di telefonên gumanbaran de gelek vîdeoyên destdirêjiyê û dîmenên seksê yên gelek mexdûran hatin dîtîn.

Cilên jinan lê kirine û bi dorê ketine

Şivanê 22 salî Î.B. di îfadeya xwe de got:

“Wan heqê mih û bizina xwe xwest. Piştî ku min go ez nikarim bidim wan destdirêjî li min kir.

Wan xwest min mecbûrî vê yekê bikin, destdirêjiya xwe bi telefonan qeyd kirin.

Sond bi min da xwarin ku ez dê dêya xwe û xwişka xwe ji wan re bînim. Wan li min da û ez tehdîd kirim ku ez behsa bûyerê bikim dê vîdeoyên min belav bikin.

Hinek caran cilên jinan li min kirin û bi dor min ketin. Ji ber vê yekê min nekarî giliyê wan bikim.”

“Me bi ya Şeytên kir”

Î.K. û H.O. di îfadeya xwe de got, “Me bi ya Şeytên kir û me ev tişt bi rizaya wî kirin. Me şantaj nekiriye û dîmen ji kesî re neşandine.”

Dadgehê ji ber sûcên cuda yên tundî û destdirêjiyê 14 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li her yekî ji wan birî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst