Yozgat - 5 Îraqî bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin girtin

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Yozgat DAIŞ Îraqî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Yozgatê yê Tirkiyeyê di operasyonekê de 5 Îraqî bi gumana endamtiya DAIŞê hatin girtin.

Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Yozgatê doh bi biryara Serdozgeriya Komarê, li dijî DAIŞê  operasyonekda destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de 5 kesên Îraqî bi gumana endamtiya DAIŞê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her 5 gumanbar piştî karûbarên wergirtina îfadeyê şandin dadgehê û ew bi biryara dadgehê bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst