ÎYÎ Partî: Em bijardeyeke ji bilî berbijêrê hevbeş rast nabînin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu bersiva gotina Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ya li ser berbijêrê postê serokkomariyê da ku digot “Maseya 6 partiyan gotûbêjan li ser berbijêrê piralî bike.” Zorlu got, “Em niha bijardeyeke ji bilî yek berbijêr û berbijêrê hevbeş rast nabînin.”

6 partiyên opozîsyona Tirkiyê ku CHPê serkêşiya wan dike, di bin navê maseya 6 partiyan de bo hilbijartinên sala 2023an ên Tirkiyê de hevahangiyek pêkanîne û dixwazin li dijî Recep Tayîp Erdogan piştevaniya berbijerekî hevbeş bikin lê heta niha  di mijara diyarkirina berbijerekî hevbeş bo postê serokkomariyê de xwe yekalînekirine û rojane li ser vê mijarê nîqaşên nû di navbera 2 partiyên sereke yên hevhangiyê ÎYÎ Partî û CHPê de çêdibin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dixwaze bibe berbijêrê hevbeş yê 6 partiyên opozîsyonê, lê Seroka ÎYÎ Partiyê bi germî li berbijêriya wî nanêre. Kiliçdaroglu roja 26ê Berfanbara 2022an di daxuaniyekê xwe de ragihandibû dibe ku bijardeya berbijêrê piralî li ser maseya 6 partiyan bê gotûbêjkirin.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu îro 29ê Berfanbara 2022an li ser pirseke derbarê vê gotina Serokê CHPê de got, “Li ser vê mijarê helwesteke me ya zelal heye. Em dizanin ku diyarkirina serokkomarê 13emîn ji aliyê maseya 6 partiyan ve û hilbijartina wî û pêkhatina vê guherînkariyê dê bibe şikestinek dîrokî. Bi vê berpirsyariyê, em niha bijardeyeke  ji bilî yek berbijêr û berbijêrê hevbeş rast nabînin.”

Zorlu herwiha got, “Ji bo ku ev mase (maseya 6 partiyan) miletê me bigihîne siberojê bi tabloyeke  ku bibe sedema vê kelecanê û berbijêrê xwe diyar bike, em dê pêdagir bin ku ev berbijêr yek berbijêr û berbijêrê hevbeş be.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu heta niha gelek caran gotiye ku ew dikare bo postê serokkomariya Tirkiyê bibe berbijêrê opozîsyonê. Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bi germî li vê daxwaza Kiliçdaroglu nanêre, lê heta niha çendîn car di daxuyaniyên xwe de gotiye eger   Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Enqerê Mansur Yavaş an Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku herdû jî şaredarên CHPê ne bibin berbijêr ew dê piştevaniya herdûyan jî bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sêyemîn fraksiyona herî mezin e di Parlamanetoya Tirkiyê de ku piraniya dengdêrên wê Kurd in û derdora ji sedî 12 dengên wê hene, ne di nav hevahengiya 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê de ye.

Li ser berbijêrê postê serokkomar jî HDPê mercên xwe hene û berpirsên wê dibêjin eger mercên wan neyên cîbîcîkirin û ligel partiyên opozîsyonê li ser yek berbijêr lihev nekin, ew dê bi berbijêrê xwe beşdariyê di hilbijartinên bê yên serokkomariya Tirkiyê de bikin.