Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li dijî Şaredariya Stenbolê dest bi "lêkolîna terorê" kir

29-12-2022
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Şaredariya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi hinceta ku di dema damezrandinê de lêkolîna ewlehiyê ligel beşek ji karmendên xwe nekiriye, li dijî şaredariya Stenbolê "lêkolîna terorê" daye destpêkirin.

Ekrem Îmamoglu roja Çarşemê ragihand dema ew bûye serokê şaredariyê, bi biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daxwaza  lêkolîna ewlehiyê bo damezrandina karmendan li saziyên hikumî hatiye rakirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyaman Soylu jî navê çend karmendên şaredariya Stenbolê eşkere kirin û ew bi peywendiya ligel PKKê tohmetbar kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya CHPê vê dawiyê navê wê bi lêpirsînên terorê di rojevê de ye. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi hinceta ku di dema damezrandinê de  lêkolîna ewlehiyê  ligel  beşek ji karmendên xwe nekiriye,li dijî vê şaredariyê "lêkolîna terorê" daye destpêkirin.

Ekrem Îmamoglu roja Çarşemê ragihand dema ew bûye serokê şaredariyê, bi biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daxwaza lêkolîna ewlehiyê bo damezrandina karmendan li saziyên hikumî  hatiye rakirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu anî ziman, “Dadgeha Destûrê, 5 mehan piştî ku me dest bi erkê xwe kir, 28ê Mijdara 2019an de biryarek wergirt, li gor vê biryarê, bo karmendên ku li saziyên hikumî bên damezrandin, daxwaza lêkolîna ewlehiyê, yasayî nedît û rakir. Daxwazkirina vê belgeyê ji aliyê saziya bilind a darazê ve hatiye qedexekirin. Ev biryar bi îmzeya Wezîrê navxwe Soylu bo 81 parêzgehan hatiye şandin. Di serdema berpirsyariya Serokê berê Mevlut Uysal û  parêzgar Alî Yerlîkaya de bo ji 4 hezar û 116 karmendên ku hatine damezrandin, derbarê hezar û 1800an de daxwaza lêkolîna ewlehiyê nehatiye kirin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûrê nebû. Eger derbarê wan û rêveberên wan de jî ev daxwaz hatibe kirin ti gotineke min nîne lê eger di vê raporê de tenê Ekrem Îmamoglu û rêveberên wî bên tawanbarkirin ez bi eşkere bibêjim em dê banê bilind bi ser we de hilweşînin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyaman Soylu jî piştî Îmamoglu civînek çapemeniyê sazkir. Navê çend karmendên şaredariya Stenbolê eşkere kirin û ew bi peywendiya ligel PKKê tohmetbar kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, “Mihemed Kiliç di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de karmendê agirvemirandinê ye. Ev kî ne ew kes in ku ji çiyê hatine. Hîn hene yên ku ji çiya hatine, ev beşek ji wan in. Wê demê bila em karê xwe nekin û li pey terorê neçin û zarokên me çima şehîd dibin. Çi xweş e ji bo wan bila ligel HDP-PKKê li hev bikin û em jî li wan binêrin. Eger em li vê binêrin em erkê xwe nakin. Bira û xwişka Abdulmenav Sevgîn ku çûne nav PKKê û KCKê çi ecêb e ku piştî Ekrem Îmamoglu bûye serokê şaredariyê weke karmend hatiye damezrandin.”

Wezîrê Navxwe  yê Tirkiyê îdia dike ku hezar û 668 karmendên  Şaredariya Stenbolê  peywendiya wan ligel terorê heye.  Lê şêwirmendê  Ekrem Îmamoglu ragihand  yek ji karmendên ku Soylu navê wan  eşkere kiriye û ew bi peywendiya PKKê tohmetbar kiriye, birayê leşkerekî Tirkiyê ye ku di rûbirûbûnan de hatiye kuştin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de bi hevahengiya ligel  HDPê bi rêjeya ji sedî  54.22 ê dengan  ket di destê CHPê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst