Doza Şebnem Korur Fincanci hat paşxistin

29-12-2022
RÛDAW
Nîşan Şebnem Korur Fincanci
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dadgeha Çaglayan a Stenbolê duyemîn rûniştina doza pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci birêve çû û dadgehê biryar da ku doz bo 11ê Çileya 2023an bê paşxistin.

Roja Pêncşemê 29ê Kanûna 2022ê, li Stenbolê duyemîn rûniştina doza Şebnem Korur Fincanci li Stenbolê birêve çû ku bo Şebnem Korur Fincanci 7 sal û 6 mehan ceza tê xwestin.

Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, piştî ku 20ê Cotmehê egera bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê anîbû ziman, 26ê Cotmehê li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Beriya doz dest pê bike û piştî ku doz bidawî bû Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî di nav de hejmarek zêde doktor, parêzer, serokên baroyan, TTB û ji 20î zêdetir rêxistinên civaka sivîl a navneteweyî û partiyên siyasî (CHP, HDP, EMEP) li pêşiya dadgehê kom bûn û piştgiriya xwe ya ji bo Şebnem Korur Fincanci anîn ziman.

743 parêzeran ji bo parastina Şebnem Korur Fincanci navên xwe tomarkiribûn, lê dadgehê tenê ji bo 3 parêzeran destûr dabû. Fincanci di parastina xwe de anîbû ziman ku wê mafê xwe yê azadiya îfade û zanistî bikar aniye û divê gotinên wê neyên krîmînalîzekirin. Li aliyê din dadgehê daxwaza Wezareta Berevaniya Tirkiyê ya tevlêbûna dozê red kiribû û diyar kiribû ku wezaretê ji sûcê zerar nedîtiye.

Peyamnêrê Rûdawê Omer Sonmez ji dadgeha ku Şebnem Korur Fincanci lê tê darizandin ragihand ku li ser hejmarek berpirsên Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Fincanci piştî îdiayên çekên kîmyayî anîbûn ziman, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê MHPê Devlet Bahçeli û medyaya nêzîkî desthilatê ve hedef hatibû nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst