Ji bo Erdogan bibe berbijêrê Xelata Aştiyê ya Nobelê serlêdan hat kirin

29-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop ragihand ku wî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bibe berbijêr serlêdan kiriye û got: “Ji dewletên curbecur dê serokên meclisê û parlamenter jî serlêdanê bikin."

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop li parlamentoya wî welatî bi rojnamevanan re hat ba hev, rojev nirxand û bersiva pirsan da.

Mustafa Şentop diyar kir ku bûyera herî girîng a sala 2022an şerê Rûsya û Ûkraynayê ye, ku şer bi taybetî di mijarên wekî xorek û enerjiyê de bandoreke neyînî li herêmê û cîhanê dike û got: “Rola Tirkiyê ya navbeynkariya di navbera her du aliyan de ji aliyê her kesî ve bi erênî hat pêşwazîkirin.”

Şentop got: “Li welatên ku me serdana wan kir, gelek serok û parlementerên meclisê digotin ku divê hem Tirkiye hem jî Serokomarê me ji ber tiştên ku di sala 2022an de kirine xelata aştiyê bistînin. Di vî warî de hewldaneke me heye. Me berê jî gotibû ku ne tenê ez, dê ji gelek welatên cuda parlamenter û serokên meclîsan jî serlêdanê bikin. Min serlêdan kiriye. Her wiha dê serlêdanên serokên meclîs û parlamenterên ji welatên cuda bên kirin. Hem ji welatênrojhilat û hem jî rojava hene. Dema ku ev mijar zelaltir bû em dê agahiyan bidin. Heta dawiya meha Çile (2023) dem heye.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyê herwiha bi bîr xist ku şêwirmenda berê ya Almanyayê Angela Merkel ji ber tevkariya wê ya ji bo aştiyê ji aliyê UNESCOyê ve hat xelatkirin û got: “Hûn binêrin çi hatiye kirin, tiştek heye, lê heta ku şaredariya bajarê mezin yê me jî ji vê zêdetir kiriye. Mijara herî girîng a sala 2022an hewldanên rawestandina şerê Rûsya û Ukraynayê û kêmkirina bandora wê ye. Tenê welatek heye ku vî karî dike; ew Tirkiye û Serokê me ye. Ji bilî me kes vê nake. Ez di wê baweriyê de me ku dema nirxandineke bêalî were kirin, divê ev maf bo kesê ku heq kiriye were dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst