Derbarê Pervîn Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê bi hinceta ku `sivkatî bi heyeta dadgehkirina bikujê Denîz Poyraz kiriye` derbarê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan de lêpirsîn da destpêkirin.

Li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrî îro, 29/12/2021 yekem rûniştina ji bo dadgehkirina bikujê Denîz Poyraz birêve çû.

Di dadgehkirina bikujê bi navê Onur Gencer de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî amade bû.

Pervîn Buldan di dema birêveçûna rûniştina dadgehê de rexne li helwesta heyeta dadgehê girt û got, “Ev kes (Onur Gencer) bikuj e, vî li Minbicê rahênan dîtiye. DAIŞî ye. Nabe hûn evqas aram li gel biaxivin. Divê hûn wek kesekî bikuj serederiyê li gel wî bikin.”

Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê li ser vê mijarê îro di daxuyanekê de ragihand, bi hinceta ku `sivkatî bi heyeta dadgehê` kiriye, lêpirsîn derbarê Pervîn Buldan de hatiye destpêkirin.

Her li gor wê daxuyaniyê, derbarê kesên ku dîmenên dema nerazîbûna Buldan a li dadgehê tomar û belav kirine de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li aliyê din doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz ku di êrîşa ser baregahê HDPê yê Izmîrê de hatibû kuştin, bo 24ê Çileya 2022an hat paşxistin.