Doza Denîz Poyraz hat paşxistin

29-12-2021
RÛDAW
Nîşan Deniz Poyraz Onur Gencer HDP Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doza qetilkirina keça Kurd Denîz Poyraz ku di êrîşa ser baregahê HDPê yê Izmîrê de hatibû kuştin, bo 24ê Çileya 2022an hat paşxistin. Kujerê Poyraz yekem car derket pêşberî dadgehê.

Doza darizandina Onur Gencerê kujerê keça Kurd Denîz Poyraz îro Çarşemê 29ê Kanûna 2021ê li Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Izmîrê birêve çû.

Ji xeynî malbat û kesûkarên Denîz Poyraz û parêzerên dosyeyê, Hevseroka HDPê Pervin Buldan, hejmarek berpirsên HDPê û rêxistinên jinan di rûniştinê de amade bûn.

Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) Erkan Baş û rêveberên HDPê doz şopandin.

Dadgehê, piştî navberê bêyî ku parêzer biaxivin doz bo 4ê Çileyê paş xist, lê parêzeran bo 4ê Çileyê îtîraz kir û piştî gotûbêjan doz bo 24ê Çileya 2022an hat paşxistin û biryar hat dayîn doz li Kampusa Girtîgeha Şakranê ya li Îzmîrê bê kirin.

Onur Gencer ê 27 salî 17ê Hezîrana 2021ê demjimêr 11:05 deqe li bajarokê Konakê, êrişî avahiya HDPê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst