Alî Babacan bo desthilatê: Hûn nikarin bi qeyûman Tirkiyê birêve bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê giştî yê Partiya Pêşkeftin û Demokrasiyê (DEVA) Alî Bababcan îro di kongreya partiya xwe de li Enqerê rexne li siyasetên hikûmeta Tirkiyê û bi taybet di warê danîna qeyûman li ser şaredariyan, sazî û komeleyan girt û got “Ji bo kompaniyan qeyûm, şaredariyan qeyûm, ji bo komelayan qeyûm. Ev welatekî 84 milyon kesî ye. Ev welat welatek mezin e. Hûn nikarin bi qeyûman vî welatî birêve bibin”

Yekemîn kongreya asayî ya partiya DEVAyê îro li Salona Werzişî ya Ataturk a li Enqerê hat lidarxistin. Ji ber rewşa heyî ya ji ber pandemiya Coronayê, hejmara kesên beşdar di kongreyê de sînordar e û tenê rêveberên partiyê û delege têde beşdar bûne.

Babacan bal kişand ser qanûna dawî ya di derbarê danîna qeyûman li ser komelayan de ku parlementoya Tirkiyê pesend kir û ew qanûn rexne kir û got,“Em bûn welatê Qeyûman, yek bi yek qeyûm davên ser şaredariyan. Niha jî qanûnek derxisitin, rê li ber qeyûmên ser komeleyan vedike. Ger fedî nekin dê bêjin qanûneke din jî derxin ku qeyûm bavêjin ser partiyên siyasî jî û opozîsyonê biqedînin.”

Alî Bababcan di kongreyê de di derbarê pirsgirigên aborîyê de rexne li hikumetê kir û got “Deyê xezînê di du salên dawî de du qat bû. Ma hey û guneh nîne? Ma ev kursî ew qas jî hêja ye? Ew dibêjin beka. Ev bekaya kesek e. Kesên ku bekaya welat bifikire, di du salan de nikare vî deynî wusa qat bike.”

Babacan ji ber rewşa wan a xerab piştgirya xwe ji karker, kedkar, esnafan re nîşan da. Babacan herwiha diyar kir, ku  ew piştgirî li wan kesan dike, ku cihêtî li gel wan tê kirin û got, “Em bi hemû wan welatiyên xwe re ne, yên ku ji ber nasnameya xwe ya etnîkî tên biçûkkirin.”

Li ser kesên ku ji ber nasnmameya xwe ya kurd nikarin bibin fermanberên dewletê jî wiha, Serokê Giştî yê DEVAyê got. “Li Amedê kesek ku ji fakulteya hiqûqê mezûn bûye hat ba min û got, ‘Ez dixwazim bibim dadger lê heta ku di nasnama min de Amed bê nivîsandin vala ye’ li ber vê cudakirinê û bêedaletiyê qirka min tije bû.”