Serokê CHPyê: Em ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan amade ne her gavekê biavêjin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku CHP dikare di pêvajoya çareseriya Doza Kurdan de roleke girîng bilîze.

DEM Partiyê li ser nîqaşên vê dawiyê yên derbarê doza Kurdan de û mijara qeyûman dest bi serdana aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kiriye.

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan di çarçoveya wan serdanên xwe de îro CHP ziyaret kir û li gel serokê wê Ozgur Ozel civiyan.

Piştî civînê herdu aliyan daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

“Tifaqa Kurd û Tirkan hat redkirin”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku CHP partiya damezrîner a Tirkiyeyê ye û got:

“CHP xwedî mîrat û rabirdûyeke bi bingeh e. Di damezrandina komara Tirkiyeyê de Kurd, Tirk û gelên din ked û têkoşîneke mezin dan û wan tifaqeke mezin kir.

Jixwe di Meclîsa Mebusan a 1920an de hemû rengên ku ev tifaq nîşan didan hebûn. Hemû reng lixwe digirtin. Destûra 1921an jî li gorî vê tifaqê bû.

Lê di nava demê de hem ew meclîsa damezrîner hem tifaqa Kurd û Tirkan hat redkirin û înkarkirin û ev pirs heta roja me ya îro hat û ti kesekê qezenc nekir.”

Bakirhan ragihand ku enerjî û aboriya Tirkiyeyê ji ber neçareserkirina doza Kurdan ji bo cihên din tê xerckirin.

“Em helwesta di raporên SHPyê de hebû diparêzin “

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê her wiha amaje bi wê yekê da ku hinek kesayet û aliyên ji nerîta CHPyê tên debarê çareseriya doza Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng dane û rapor amade kirine û got:

“Raporên Kurd ên ku Partiya Gel a Sosyaldemokrat (SHP) amadekirine ji bo vê yekê mînak in. Tiştên gelek girîng tê de hebûn.

Taybetmendiya herî girîng a van raporan ew bû ku dihat xwestin meseleya Kurdan bi rêyên demokratîk li ser zemînê diyalog û lihevkirinê bê çareserkirin.

Îro jî derbarê çareseriya Pirsa Kurd de heman nîqaş hene. Em wê helwesta ku wê demê di raporên SHPyê de cih hebû diparêzin.

Herwiha Erdal Înonû jî helwesteke girîng li ser meseleya Kurdan hebû.

Wî digot em dixwazin keşûhewayeke wiha avabikin ku Kurd tê de xwe li malên xwe û welatê xwe hîs bikin.

Ev gelek bi qîmet û girîng bû. Di demên nêzîk de birêz Ozgur Ozel jî daxuyaniyên hevawayê wê dan.”

“CHP dikare di proseya çareseriyê de roleke girîng bilîze”

Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku CHP ne tenê bi gotinan her wiha bi tecrûbeya xwe ya di demên berê de dikare di çareseriya doza Kurdan de roleke girêng bilîze.

Bakirhan amaje bi tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariyên DEM Partî û CHPyê jî  da û got:

“Belê qeyûm niha li Tirkiyeyê ber bi rejîmeke rêveberiyê ve diçe. Berê tenê li ser şaredariyên DEM Partiyê qeyûm dihatin tayînkirin lê niha li ser şaredariyên Partiya Gel a Komarî jî qeyûm tên tayînkirin.

Ev mesele ne tenê meseleya DEM Partiyê ye lê ev meseleya me hemûyan e. Ew pratîka ku CHPyê derbarê qeyûman nîşan daye bi qîmet û girîng bû.”

Piştî Bakirhan Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî axivî.

Ozel nerazîbûn li hember tayîbkirina qeyûman nîşan da û got: “Em hemû dizanin ku qeyûm ji serdema rewşa awarte mane. Cihê pêngavên nû yên qeyûman di wijdana gel de nîne.”

“Cihê çareseriyê parlamentoya Tirkiyeyê ye”

Ozel amaje bi nîqaşên derbarê doza Kurdan de da û got:

“Piştî gotinên birêz Bahçelî yên li ser kursiyê parlamentoyê ku bêbûn rojev, min helwesta Partiya Gel a Komarî eşkere kiribû.

Ez vê yekê jî wiha tînim ziman, em dixwazin pêvajoyeke şefaf, ji dil û li ser lihevkirina civakî bê meşandin û cihê ku ev pêvajo lê bê meşandin jî teqez divê parlamentoya Tirkiyeyê be.”

“Divê hemû alî hebin”

Ozel ragihand eger pêvajoyeke çareseriyê hebe divê ti partî û aliyek civakê neyê cihêkirin û wiha domand:

“Di avakirina lihevkirineke civakî de divê herî zêde aliyên şikestî yên civakê li ber çav bên girtin.

Min gotibû eger kesûkarên şehîd û gaziyên me bibêjin na pêvajoya nabe û divê teqez ew jî di pêvajoyê de beşdar bin.

Di hemû serdanên ku me ji bo wan kiriye de jî wan digotin eger pêwîst bike em dê kevir li ser dilê xwe deynin lê tenê bila ti şehîdên din neyên û bila  teror xilas bibe em dê her berpirsyariyê wergirin lê dibêjin jî eger ev mesele ji bo berjwendiyên siyasî bê bikaranîn em heqê xwe helal nakin.”

“Em ji bo her pêngavê amade ne”

Serokê CHPyê tekez kir ku eger di mijara çareseriya doza Kurdan de şefafiyet û jidilbûn hebe ew amade ne her corê piştevaniyekê bike û got:

“Di vê mijarê de helwesta me ya roja yekem qet neguheriye. Em dixwazin welatek hebe ku her kes tê de xwe wekhev bibîne û tê de wekhev bijî.

Ji bo vê yekê jî em ji bo avêtina her pêngaveke ku bikeve ser milê me amade ne.”