Derbarê Ozgur Ozel de lêpirsîn hat destpêkirin: ‘Nebe amûr’

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya ku heqaret li Akin Gurlek kiriye derbarê Serokê CHPyê de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya ku heqaret li Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek kiriye derbarê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel de lêpirsîn da destpêkirin.

Di îdiayê de tê gotin ku Ozel “heqaret li karmendekî dewletê kiriye û ew kiriye armanc.”

Ozgur Ozel îro çû serdana Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer ku niha di girtîgehê de ye û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin.

Ozel piştî serdanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ozel di daxuyaniya xwe de ji ber girtina Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm rexne li Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek girtin û got:

“Akin Gurlek hûn dikarin bi qasî bejna xwe bişewitînin. Heyf e ku tu hêza xwe ne ji dîplomaya xwe, ji yên ku talîmatan didin te distînî.

Akın Gurlek, rojek dê were Ozgur Ozel dê dîsa li vir li ser lingan rawestiyayî be lê hûn dê li derveyî welêt kî dizane ji kû, li ser medyaya civakî êrişî me bikin.

Vê carê an jî wan rojan, hûn dê cezayê tiştên ku we kirine bikişînin.

Heger hûn rûbirûyî kiryarekî neyasayî bên, em dê mafên we jî biparêzin. Ez ji vir bangî Akin Gurlek dikim.

Vegerin nav yasayan, vegerin nav sînorên Destûra Bingehîn, bi talîmatên hatine dayîn nebin tawanbar û ji vir pê ve em dê di qada yasayî de bibin mîsogeriya we jî.

Tobe bike, efûyê bixwaze û îstifa bike. Xwe vekişîne, ji raya giştî re bibêje, ez di xeletiyekê de bûm, ez poşman im.

Bila em bibin mîsogeriya siberoja te. Kes nikare tiştekî li te bike. Heger ti îtiraf bikî ku te çi kiriye û îstifa bikî, here li cihekî parêzeriyê bike.

Bi namûsa xwe simîtan bifiroşe lê bi siberoja mirovan nelîze, bi siberoja welatekî nelîze, nebe amûr.”

Piştî van gotinên Ozgur Ozel bi çend demjimêran Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya ku heqaret li Serdozgerê Komarê yê Stenbol Akin Gurlek kiriye derbarê Ozel de lêpirsîn da destpêkirin.