55 qaçaxçî û 1626 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di encama operasyonên Kalkan-32yê de 55 qaçaxçî û hezar û 626 koçber hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bîlançoya operasyonên li dijî koçberiya neyasayî belav kir.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di encama operasyonên Kalkan-32yê de 13 ji wan biyanî bi giştî 55 kesên ku qaçaxçîtiya koçberan dikin hatine desteserkirin.

Her wiha hezar û 626 koçber jî hatine desteserkirin û tîman ew birine navendên vegerandinê.

Li gorî Yerlîkaya, di operasyonan de 4 hezar û 840 avahiyên vala, 8 hezar û 213 cihên giştî, 487 termînal û 2 hezar û 572 cihên din bi giştî 16 hezar û 112 cih hatine kontrolkirin.