Gule li 4 kesan reşandin: 3 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşmeyê ya parêzgeha Îzmîrê 2 kom bi çekan pev çûn û 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan li taxa Fahrettîn Paşa ya Çeşmeyê di navbera 2 koman de pevçûn derketiye û kesekî bi çekê gule li 4 kesan reşandin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku 3 kesên bi navê Azad Demîr, Abdurrahîm Dogan û Mehmet Saît Medenî li cihê bûyerê mirine.
Tîman kesekî birîndar jî bir Nexweşxaneya Dokuz Eylulê.
Piştî bûyerê êrişkar nehatiye girtin lê 2 kesên ku di dema bûyerê de bi wî re bûne hatine desteserkirin.