Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partî dê îro nîqaşa pêşhatên dawî biçe serdana CHPyê.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari dê îro li Navenda Giştî ya CHPyê bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re hevdîtinekê bikin.
Tê pêşbînîkirin ku mijarên sereke Pirsa Kurd û tayînkirina qeyûman be.
Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari dê saet 14:30an li Navenda Giştî ya CHPyê ya li Enqereyê bi Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel bicivin.
Hatibû pilan kirin ku ew hevdîtin 23yê mehê were kirin lê ji ber mirina kurê Serokê Şaredariya Guzelbahçeyê ya CHPyê Mustafa Gunay, hevdîtin hatibû bipaşxistin.
Tê çaverêkirin ku piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya havbeş were lidarxistin û encamên hevdîtinê bi raya giştî re werin parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse