Sancar: Armanca Tirkiyê jinavbirina destkeftên gelê Kurd e

Hewlêr (Rûdaw) - Egera pêkanîna operasyoneke nû ya leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên partiyên siyasî yên Tirkiyê ye.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Sêşemê li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de tekez kir ku armanca Tirkiyê ji operasyonê jinavbirina destkeftên gelê Kurd e û li nav Tirkiyê jî dîzaynkirina siyasetê ye li gor berjewendiya xwe.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar got “Îro li bakurê rojhilatê Sûriyê ew operasyonên destpê kirine, du ramancên wan ên serekî hene. Armanca stratejîk, bêstatûkirina Kurdan e, li ser bingehê jinavbirina destkeftên Kurd. Ev siyasetên han di heman demê de, di demekê de ber bi hilbijartinê ve diçin, kampanya dîzaynkirina siyasetê ye.”

Serokê MHPê çend demjimêr berî gotara Hevserokê HDPê, di civîna koma partiya xwe de piştgiriya xwe bo AKP ye hevpeymanê xwe anî ziman û got: “Divê ji Qendîlê heta bi Kobanî em sînorê xwe ji terorê paqij bikin.”

Serokê MHPê Devlet Bahçelî dibêje “Ji Qendîlê heta bi Eyn Ereb, ji esman ve têkdan, ji bejahî ve pêkanîna operasyona paqijkirinê, divê serê rêxistina terorîst a dabeşker bê birrîn. Dema wê hatiye nexşeya Sykes–Picot bê parçe-parçe kirin. Dema wê hatiye cografyaya ferzkirî bikeve jêr pirsyarê.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê jî roja Sêşembê li Stenbolê derbarê helwêsta Amerîkayê de ku gotibû, “Mafê Tirkiyê ye li dijî terorê berevaniyê li xwe bike” got, pêdiviya Tirkiyê bi mohleta ti welatekî din nîne û bo parastina asayîşa sînorên xwe li ser avêtina pêngavên yekalîker berdewam dibin.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand “Ji bo parastina asayîşa welatê xwe pêdiviya me bi mohleta ti welatekî nîne, em ligel hevpeymanên xwe behsa wê yekê dikin. Wek hevpeymanê NATOyê jî, dema gef, êrîş an kiryareke terorîstî li dijî welatekî endamê NATOyê çê bibe, em li benda wê yekê ne hemû welatên hevpeymanê NATOyê gavên hevbeş di vî warî de biavêjin. Lê eger ev pêngav neyê avêtin, Tirkiye wek serokkomarê me got, ew bi xwe navika xwe dibire.”

Berê sibeha roja Yekşemê 20 Mijdarê artêşa Tirkiyê destpêkirina operasyoneke esmanî ya nû bi navê “Pence-Şûr” li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ragihand. Serokkomarê Tirkiyê roja Duşemê diyar kir ku ne şert e operasyona tenê êrîşa esmanî be. Li Tirkiyê ji xeynî HDP û partiyên Kurdistanî, ti aliyekî din ku li dijî pêkanîna wê operasyonê be nîne.