Parastina pêvek a HDPê bo Dadgeha Bilind hat radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, parastina pêvek a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a derbarê doza girtinê de radestî Serdozgeriya Dadgeha Bilind kir.

Pêvajoya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin û 21ê Hezîrana 2021ê îdianameya wê hatibû qebûlkirin, berdewam e. Divê di dozê de HDP dê li hember îdianameyê parastina xwe ya destpêkê bike û piştre li hember biryara esasî ya serdozgeriyê parastina xwe amade bike.

Komîsyona Hiqûqê ya HDPê 25ê Mijdara 2022ê, parastina derbarê doza girtinê de ku li Dadgeha Destûra Bingehîn tê dîtin temam kir û radestî dadgehê kir.

Pêvajoya dozê

Dê piştî radestkirina parastina pêvek, Dadgeha Destûrê ji bo birêveçûna dozê dîrokekê diyar bike. Di rûniştina dozê de dê Serdozgerê Komarê yê Yargitayê Bekir Şahin bi devkî parastina îdianameya girtina HDPê bike û rêveberên HDPê jî li hember îdianemeyê bi devkî parastinê bikin. Piştî parastina her du aliyan dê raportorê dadgehê belgeyan kom bike û biryara xwe ya derbarê esasê dozê de eşkere bike.

Piştî rapora biryara esasê li endamên Dadgeha Destûrê bê belavkirin, dê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan rojekê diyar bike û endamên dadgehê dê wê rojê bicivin û derbarê girtina HDPê de biryara xwe bidin. 15 endamên Dadgeha Destûrê hene û li gor Xala 69emîn a Destûrê ji bo girtina partiyan divê 2/3yê endaman wate 10 endam deng bidin. Eger di rûniştinê de 10 endam ji bo girtina HDPê deng bidin, dê partî were girtin, eger ji 10 kesan yek jî kêmtir be partî nayê girtin. Dadgeh ji bilî biryara girtinê dikare cezayê “birîna alîkariya xezîneyê” jî bide. Herwiha di dozê de ji 687 parlamenter, parlamenterên berê û endamên HDPê re qedexeya siyasî bo 5 salan tê xwestin.

Piştî biryar bê dayîn dê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind biryarê ji HDPê re bişîne û di Rojnameya Fermî de biweşîne. Eger axavtin û çalakiyên endam û parlamenterên HDPê bibin sedema girtinê dê ew kes bo 5 salan nikaribin bibin damêzrener, endam û rêveberên partiyeke siyasî ya din.

Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn 7ê Hezîrana 2021ê bi daxwaza girtina HDPê serî li Dadgeha Destûrê dabû. Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn 21ê Hezîrana 2022ê bi piraniya dengan doznameya girtina HDPê pesend kiribû.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî bidest xistin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 56 kursiyên HDPê hene. Lê niha bi îdiaya “peywendiyên wê ligel PKKê hene” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin.