Bulent Arinç: Dema me pişta xwe da Ayhan Bilgen ew çû HDPê

29-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezrênerên AK Partiyê Bulent Arinç dibêje, ew li hêviyê ye ku Erdogan ji ber gotinên ku li dijî wî hatine kirin, helaliyê jê bixwaze. Bulent Arinç herwiha dibêje eger di dema xwe de wan qebûl bikira Ayhan Bilgen dê li ser lîsteya AK Partiyê bûba berbijêr, lê dema me pişta xwe da wî ew jî çû tevlî HDPê bû.

Siyasetmedarê Tirk û Yek ji damezrênerên AK Partiyê Bulent Arinç di hevpeyvînekê de li gel dezgeheke medyaya Brîtanî behsa gelek babetan kiriye û bi taybetî jî behsa pêwendiya xwe ê li gel AK Partî û Serokê wê Recep Tayyip Erdogan dike û dibêje: “Kesê ku ez weke birayê xwe dibînim, eger xwedî li min dernekeve, bêguman ez dê dilê xwe bigrim û li hêviyê bim ku helaliyê ji min bixwaze.”

Bulent Arin ku ji sala 2002 heta 2007an serokê parlamentoyê bû, ji sala 2009 heta 2015an Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê bû û piştre xwe ji siyaseta çalak kişand û li malê rûnişt.

Arinç bersiva hinek pirsan nade, lê qebûl dike ku di sîstema serokomariyê de hinek pirsgirêk hene û ji bo serweriya dadwerî jî divê keşûhewa were guhertin.

Herwiha Arinç dibêje wî di dema xwe de qenciyek kiriye û biryar daye ku wê rikeberiya Erdogan neke, lê bela zêde bi ser wî de neçin, ji ber ku qencî û biryar dikarin bêne guhertin.

Arinç dibêje, ew li gel Ayhan Bilgen jî diaxive û eger di dema xwe de wan qebûl bikira ewê li ser lîsteya Ak Partiyê bûba berbijêr, lê qebûl nebûye û ew jî çûye cem HDPê.

Derbarê vê mijarê de got: “Ez bi Ayhan Bilgen re jî diaxivim. Eger me qebûl bikira dê bihata cem me û dê bibûya parlamenter, lê dema me pişta xwe da wî, ji HDPê teklîf jê re hat û ew jî çû wir. Ev nayê wateya ku mirov xerabiyê dike; Ayhan Bîlgen civaknasekî girîng û mezin e. Di heman demê de şaredarekî serkevtî bû. Wî baş partiya xwe parast. Ew ne weke yên ji çiyê tên bû, mirovekî bajarî ye."

Arinç di Mijdara 2020an de ji ber ku li ser girtina hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û karsazê Tirk Osman Kavala nerazîbûn nîşanda bû, paşê bibû hedefa rexneyên tund ên Serokê MHPê Devlet Bahçelî. Arinç piştre jî ji Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Serokomariyê îstifa kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst