Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo rojekê dibistan dibin bêhnvedan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku sibe ji bo pêşdibistan, dibistanên seretayî, navendî û lîseyan, rojek hat tatîlkirin.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi boneya merasîmên sedsalaiya Tirkiyeyê dibistan hatin tatîlkirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de got,

"Me Cejna xwe ya Komarê, bi awayekî li gorî navê 100emîn salvegera Komara xwe, bi coş pîroz kir. Ez spasiya gelê xwe dikim yên ku bûn beşdarê vê coşê.

Bi vê boneya ez dixwazim rabigihînim ku me biryar da 30ê Çiriya Pêşîn roja duşemê ji bo rojekê pêşdibistan, dibistanên seretayî, navendî û lîse tatîl bin."