Pêkhateyên Tirkiyeyê ji rewşa xwe ne razî ne: 'Kurd û Elewî mexdûr bûn'

29-10-2023
RÛDAW
Bi merasîmên berfireh 100 saliya Komara Tirkiyeyê tê pîrozkirin
Bi merasîmên berfireh 100 saliya Komara Tirkiyeyê tê pîrozkirin
Nîşan Komara Tirkiyeyê Sedsalî Pêkhate
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro sed saliya damezirîna Komara Tirkiyeyê ye û li seranserî wî welatî bi merasîm û çalakiyên cor bi cor tê pîrozkirin.

Tirkiye komarek e ku bi alîkariya tevahiya pêkhateyên neteweyî û olî hat damezirandin lê bi derbasbûna 100 salî re pêkhateyên wê ji rewşa xwe û maf û pêgeha xwe ne razî ne.

“Kurd û Elewî mexdûr bûn”

Nivîskar û Çalakvanê Siyasî yê Ermenî Murat Mihcî got:

"Bi avakirina komarê re em dibînin ku dest danîne ser mal û milkan. Di qonaxên piştî wê de bacên serwet û milkan hatin sepandin. Li hemberî kesên ne Misilman zext û zordarî çêbûn.

Bi kampanyayên 'Bila welatî bi Tirkî biaxivin' em dikarin bibêjin gel û olên kêmîne di vê komarê de rûbirûyî pirsgirêkên mezin bûn. Wekî pêkhateyên olî Elewî û wekî gel jî Kurd mexdûr bûn.”

“Zehmet e mirov ji Tirkiyeyê bibêje komareke demokratîk”

Parêzer Eren Keskîn amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê ji bilî Tirkbûn û Misilmantiya Sunî nasnemyên din hatine tinekirin û got:

“Gelekî zehmet e ku mirov ji Komara Tirkiyeyê re bibêje komareke demokratîk. Ev alî jî heye, erê projeyeke modernbûnê ye û mirov dikare bêje erênî ye lê di nav vê modernîzmê de demokrasî nîne.

Ji bo nasnameyan jî projeya tinekirinê bû, ji ber ku komar li ser nasnameya 'Tirk' û 'Misilmantiya Sunî' hatibû avakirin. Hemû nasnameyên din an hatine tunekirin an jî nehatin qebûlkirin.”

Seroka Platforma Em Dê Kuştinên Jinan Rawestînin Fidan Ataselîmê jî got:

“Di 100 salên komarê de, divê me ji bo mafên zêdetir tekoşîn bikira lê mixabin em ji bo rawestandina kuştina jinan têdikoşin. Hewl tê dayîn ku tarîtiyê bi ser vê civakê de bisepînin. Li hemberî wê em ji bo siberojeke ronî têdikoşin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî li Enqereyê çû serdana damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk û got:

“Di 21 salên desthilatiya me de ku hemû demên wê di xizmeta welat û miletê me de bû, me hewl da ku em li emaneta we xwedî derkevin.

Wekî desthilatdariyeke ku di dîroka wê de Tirkiyeyê gihandiye mezintirîn weberhênanan, li gel hevbeş û gelê xwe, em bi rijd in di sedsala duyemîn de taca sedsala Tirkiyeyê li serê Komara xwe bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst