Demîrtaş: We bi girtina Fîncanci hemû cîhan ji nîqaşa çekên kîmyayî agahdar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş derbarê girtina Seroka Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci de nerazîbûn nîşan da û got: “We bi xistina girtîgehê ya mamoste Şebnem hemû cîhan ji nîqaşa çekên kîmyayî agahdar kir.”

Beriya demekê derbarê Pispora Tiba Edlî û Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci de ji ber axaftinên wê yên li ser îdiaya bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve dijî  gerîlayên PKKê, lêpirsîn hatibû destpêkirin û  27ê Cotmeha 2022ê bi biryara dadgehê bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hat girtin.

Karvedanên li ser girtina Fîncanci berdewam in. Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi peyamekê derbarê girtina Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci de nerazîbûn nîşan da.

Demîrtaş dibêje “Tişta divabû bihata kirin, şandina şandeke serbixwe bû bo cihê bûyerê û ji hemû aliyan ve derxistina rastiya wî tiştî bû ku hûn wek bêbextî bi nav dikin. We bi xistina girtîgehê ya mamoste Şebnem, hemû cîhan ji nîqaşa çekên kîmyayî agahdar kir.”

Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser beşek ji bûyer û tawanên din ku artêşa Tirkiyê di demên borî de bi taybetî li Bakurê Kurdistanê pêk anîne û li ser vê yekê rexneyan li opozîsyon û desthilatê digire û got “Eger bibêjin ew artêşa ku hûn gotinê nabin ser di salên 1960, 71, 78 û 28ê Sibatê de darbeya ku tawanê destûrî ye kir hûn dê min jî bigirin? Yan jî bibêjim li Roboskî 34 Kurdên sivîl bi balafirên şer bombebaran kirin?”

Di berdewamiya peyama xwe de Hevserokê Berê yê HDPê ragihand “Baş e em hemû bi hev re li dijî çek û tundûtîjiyê derkevin û aşitiyê biparêzin, lê bila ti kes alistina postalan wek demokrasiyê nîşan nede û hewla xapandinê nede. Eger guherînek bibe di serî de mejiyên xwe yên mîlîtarîst sîvîl bikin û bi vê dest bi kar bikin. Ne bi girtin û êrîşkirina mamoste Şebnem.”

Navenda Parastina Gel ku baskê serbazî yê PKKê ye 18ê Cotmeha 2022an daxuyaniyek bi vîdeoyekê belav kiribû û ragihandibû ku artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê Sibata 2021ê di operasyonên herêmên Gare, Zap, Avaşîn û Metîna de “bombeyên ku di qada navdewletî de hatine qedexekirin û çekên kîmyayî yên ku gazên bi jehr derdixînin hatine bikaranîn.” Herwiha ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di encama “êrîşa kîmyayî” de canê xwe ji dest dane û nasnameyên wan bo raya giştî eşkere kiribûn.

Seroka Yekîtiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci piştî wan dîmenan di bernameyeke televîzyonî de gotibû: “Min berê jî lêkolîn kiribû. Gazeke bi jehr ya ku sîstema hêrsê têk dide hatiye bikaranîn. Gelek corên çekên kîmyayî hene. Herçiqas bikaranîna wan hatibe qedexekirin jî lê mixabin em dibînin di şer de tên bikaranîn.”