MetroPoll: Dengên HDPê dê encama hilbijiartinan diyar bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Metropollê, rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet kêmî rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur in û dengên HDPê dê encama hilbijartinê diyar bikin.

Kompanya Metropollê, encamên rapirsiya xwe ya di navbera 15-18 Cotmeha 2022an de li ser rêjeya dengên hevpeymaniyan eşkere kirin. Rapirsî li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 2 hezar û 145 kesan hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur ku ji AKP û MHPê pêk tê %46.3 û rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet ku ji CHP, IYI Partî, Partiya Demokrat û Seadet, DEVA û Partiya Pêşerojê pêk tê jî %38.3 ye.

Herwiha di hilbijartinan de rêjeya dengên HDPê ku niha ligel her du hevpeymaniyan jî cih negirtiye dê diyarker be.

Li ser pirsa “Eger îro hilbijartin bên kirin hunê dengên xwe bidin kîjan partiyê” %31.9ê beşdarvanan gotine AKP û %20.4 jî gotine CHP.

AK Partî: %31.9

CHP: %20.4

ÎYÎ Partî: %10.9

HDP: %8.8

MHP: %8.8

DEVA: %1.2

Seadet: %1.1

Zafer: %0.7

Partiyên din: %2.8

Di rapirsiyê de piştî dengên bê biryar û yên dê dengê xwe bikar neyînin hatine belavkirin, encam bi vî awayî ne:

AK Partî: %36.3

CHP: %23.2

ÎYÎ Partî: %12.4

HDP: %11.9

MHP: %10.0

DEVA: %1.2

Seadet: %1.3

Partiyên din: %2.8