Çend malper bi biryara KHKê hatin girtin

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê çend malperên ajansên nûçeya û rojnameya Azadiya Welat hatin di çarçoveya Biryara Hûkmê Qanûnê (KHK) de hatin girtin.

 

Encûmena Wezîran a Tirkiyê du biryarnameyên nû bi hejmarên 675 û 676an weşandin.


Li gorî wan biryarnameyên malperên nûçeyan û rojnameya Azadiya Welat a kurdî girtin.


Em malper û saziyên hatine girtin ev in:


Dicle Haber Ajansı, Jin Haber Ajansı, Azadiya Welat, Yuksekova Haber, rojnameya Batman Çagdaş, Cizre Postasi, Idil Haber, Guney Expres, Prestij Haber, rojnameya Urfanatik, Kiziltepenin Sesi, kovara Tiroj, kovara Evrensel Kultur, kovara Ozgurluk Duyası, rojnameya Ozgur Gundem.



Encûmena Wezîran a Tirkiyê beriya niha jî weşana 10 kanalên Kurdî weke Jiyan TV, Zarok TV, Van TV dabû rawestandin.