Li Stenbolê êrişî avahiya DEM Partiyê hatibû kirin: Rewşa dawî çi ye?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê piştî ku êrişî rêxistina Sultangaziyê ya DEM Partiyê hat kirin 2 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya Stenbolê di encama operasyonekê de 2 kes desteserkirin ku tê îdiakirin gumanbarên êrişa li rêxistina Sultangaziyê ya DEM Partiyê ne.

Hat ragihandin, kesekî ku hatiye desteserkirin berê jî tawanên wekî “bi qestî birîndarkirin, zererdana mal û sextekariya pereyan” kirine.

Hevserokê rêxistina Sultangaziyê ya DEM Partiyê Faruk Kaya ragihandibû ku kes an jî kesên nediyar bi çekan gule li avahiya rêxistina partiya wan reşandine.

Di encama êrişê de camên avahiyê şikiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst