Daweta Celaliyan: 3 kîlo zêr, 4 milyon lîre

4 demjimêr berê
Nîşan Dawet Celalî Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di daweta Celaliyan a li Kocaeliyê de 3 kîlo zêr bi bûkê ve kirin û 4 milyon û 50 hezar lîre jî bi zavê ve kirin.

Serhat Ozbagê ji eşîra Celaliyan a Qersa Bakurê Kurdistanê û Şeval Bîtîrgîç li bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyeyê daweta xwe kir.

Rûspî, meqûl û karsaz jî di nav de bi hezaran mêvan çûn daweta wan.

Vexwendî ji bo ku xelatên xwe deynin ketin dorê.

3 kîlo zêr bi bûke ve hatin kirin ku kembereke 900 gramî jî di nav de bû.

4 milyon û 50 hezar lîreyên Tirkî jî bi bûke ve hatin kirin.

Dawetê heta derengê şevê ajot û mêvanan govend gerand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst