Erdogan: Em girêdayî hemû pêwendî û rêkeftinên xwe ne ligel Kurdistanê

29-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwzîrê Herêma Kurdistanê di kevana Foruma Aborî ya Cîhanî (DAVOS) li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, bi Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan re civiya.

Li gorî nûçeyeke malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de Serokomarê Tirkiyeyê tekez li ser pêwîstiya pêşxistina pêwendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir.

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan ragihand ku, “Tirkiye ji hemû aliyan ve girêdayî wan pêwendî û rêkeftinan e ku navbera me û Herêma Kurdistanê de hene.”

Erdogan wiha domand: “Her wiha emê hewlên cidî bidin di piştgiriya Herêma Kurdistanê de, bi taybetî ji aliyê mirovî ve, ku heta niha me hevkariyên baş pêşkêş kirine û emê li ser wê yekê berdewam bin.”

Serokomarê Tirkiyeyê tekez kir ku, “Ji bo nehîştina terorê hemahengiya me ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî heye û ev têkelî dê ligel Herêma Kurdistanê jî hebe, bo jinavbirina her metirsiyekê li navçeyê.”

Herwiha di wê hevdîtinê de, rewşa dawî ya Iraq û navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û şerê Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin nirxandin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya helwesta Erdogan û hevkariyên Tirkiyeyê kir û eşkere kir ku Herêma Kurdistanê li hêviya piştgirî û hevkariyên bêhtir bû ji Tirkiyeyê.

Herwiha Barzanî diyar kir ku, “Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê yên aborî û siyasî ligel Tirkiyeyê pêş bikevin û baştir bibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helwesta Herêma Kurdistanê derbarê beşdarbûna di hikûmeta nû ya Iraqê de zelal kir ku kurd di hikûmetê de beşdar dibin û dixwazin derfetekê bidin hikûmeta nû ya Iraqê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bibin.

Di dawiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku pêwendiyên navbera Tirkiye û Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst