Li Stenbolê pevçûna bi çekan: Kuştiyek û birîndarek

29-08-2024
Nîşan Stenbol Bayrampaşa Şerê Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Bayrampaşayê ya Stenbolê di encama pevçûneke bi çekan de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan îşev li navçeya Bayrampaşayê di navbera du grûpan de ji ber sedemeke nediyar pevçûn derket.

Piştî pevçûnê her du grûpan bi çekan êrişî hevdû kir û 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Tevî hemû midexaleyan welatiyê bi navê Ali Şen li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku lêgerîna kesên reviyane berdewam dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst