RAPIRSÎ – Rêjeya dengên kîjan partiyan kêm bûye?

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya ORCê li ser rewşa siyasî dawî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rapirsiyek kir.

Li gorî rapirsiya kompanyaya ORCê her ku diçe dengên AK Partî û CHPyê kêm dibin û rêjeya dengên CHPyê ku meha borî ji sedî 33,2 bû vê mehê daketiye ji sedî 31,7an.

Her wiha rêjeya dengên AK Partiyê jî ji sedî 30,6an daketiye ji sedî 29,5an.

Kompanyaya ORCê li ser medyaya civakî encamên rapirsiya “Lêkolîna meyla siyasî û eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin” a Tebaxa 2024an eşkere kir.

Rapirsî li 36 parêzgehan û bi 4 hezar û 510 kesan re bi rêya telefonê hatiye kirin.

Ji bo beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.

Li gorî encaman bi rêjeya ji sedî 31,7an CHP partiya yekemîn e lê li gorî rapirsiya meha Hezîranê rêjeya dengên CHPyê kêm bûye ku ji sedî 33,2 bû.

Her wiha rêjeya dengên AK Partiyê jî li gorî meha borî bi rêjeya ji sedî 3,6an daketiye.

Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên partiyan wiha ye:

CHP           ji sedî 31,7

AK Partî      ji sedî 29,5

MHP           ji sedî 11,2

DEM Partî  ji sedî 8,7

Yenîden Refah ji sedî 5,1

IYI Partî          ji sedî 4,5

Partiyên din   ji sedî 2,3