Derheqê Kiliçdaroglu doz hat vekirin: Hincet Demîrtaş û YPG ne!

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi tohmeta pesindana Selahattîn Demîrtaş û YPGyê derbarê Kemal Kiliçdaroglu doz vekir.

Serokê berê yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di demên cuda de, di çend axaftinên xwe de ji bo hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş gotibû ew bê tawan e û ji ber sedemên siyasî girtî ye.

"Ji bo rizgarkirina welatê xwe hatiye avakirin"

Kemal Kiliçdaroglu her wiha 21ê Çiriya Pêşîn a 2014an li Zanîngeha Stenbolê jî ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gotibû:

"YPG ne rêxistineke terorê ye û ew ji bo rizgarkirina welatê xwe hatiye avakirin.”

Alîkarên Serokê MHPyê Fetî Yildiz, Îzzet Ulvî Yonter û Îsmaîl Faruk Aksu 5ê Sibata 2020î bi tohmeta pesindana Demîrtaş û YPGyê li Dadgeha Enqereyê giliyê Kiliçdaroglu kiribû.

Alîkarên Serokê MHPyê her wiha di giliyê xwe de dibêjin, Kiliçdaroglu li ser hesabên xwe yên medyaya civakî "pesnê endamên PKKyê û Cemaeta Gulen" daye û "YPGyiyan wekî şervanên azadî û serxwebûnê" pênase dike.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li ser giliyê alîkarên Serokê MHPyê doznameyek derbarê Kemal Kiliçdaroglu amade kir û xwest ew bê cezakirin û siyaset lê bê qedexekirin.