Metrobusê qeza kir: Miriyek û 38 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di qezaya trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 38 kes jî birîndar bûn.

Rewşa tenduristiyê ya 2 birîndaran giran e.

Qeza îro li navçeya Kuçukçekmeceyê çêbû.

Metrobuseke ku ji navçeya Kuçukçekmeceyê ber bi Beylîkduzuyê ve ketibû rê ji ber sedemeke nediyar qeza kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 38 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya 2 kesan ji wan xedar e.

Parêzgariya Stenbolê jî ragihand ku di qezayê de kesekî canê xwe ji dest daye û 38 kes jî birîndar bûne ku birînên 2yan ji wan giran in.

Piştî qezayê çûn û hatina li ser rêya metrobusê ji her du aliyan ve hat rawestandin.