Zilamekî 67 salî berê hevjîna xwe, paşê jî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li Nevşehîrê zilamekî hevjîna xwe bi tivingê kuşt û paşê jî bi heman tivingê xwe kuşt.

Bûyerê li navçeya Gulşehîra ya bajarê Nevşehîrê yê Tirkiyeyê rû da.

Di navbera Alî Îyê xebatkarê avahiyan (67) û U. Îya (64) hevjîna wî de ji ber sedemên nediyar nîqaş derket.

Alî Î, bi tivingê hevjîna xwe kuşt, piştre jî bi heman tivingê xwe kuşt.

Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman cenazeyên wan rakirin morga nexweşxaneyê.