ÎHD: Berdana 313 girtiyan tê astengkirin

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan ÎHD Girtîgeh Azadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku tevî dema berdana wan hatiye jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehan bi hinceta rapora “helwesta baş” rê nade 313 girtî bêne berdan.

ÎHDyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derbarê girtiyên ku berdana wan tê astengkirin daxuyanî da.

ÎHDyê da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehan mafê girtiyan ê "berdana bişert" û "berdana bikontrol" asteng dike û got:

“Bi vî awayî cara duyem girtiyan ceza dike. Ji sala 2021ê ve herî kêm berdana 313 girtiyan ji carekê zêdetir heta 3 meh û 6 mehan hatiye astengkirin.

88 girtî nexweş in

Ji 313 girtiyên ku berdana wan tê astengkirin 88 ji wan nexweş in. Di nav wan de jî 42 nexweşê giran in. Yek ji nexweşên giran Hayrettîn Yilmaz e ku berdana wî hat astengkirin di girtîgehê de canê xwe ji dest da.”

“Lijneya ku xwe dixe şûna dadgehê ne yasayî ye”

ÎHDyê herwiha got:

“Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehan rewşa başbûna girtiyan dinirxîne û derbarê ‘berdana bişert’ û ‘berdana bikontrol’ de biryarê dide.

Lijne li gorî vê rêziknameyê xwe dixe şûna dadgehan. Di nav lijneyê de tenê dozgerê girtîgehê hiqûqnas e.

Lijneya ku xwe dixe şûna dadgehê û derbarê berdan û girtina girtiyan de biryarê dide ne yasayî ye. Têgeha ‘helwêsta baş’ di destê berpirsên girtîgehan de bûye tiştekî kêfî.”

Komeleya Mafên Mirovan banga hilweşandina Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehan kir.

Herwiha heman komeleyê xwest ku girtiyên dema azadiya wan hatiye bên berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst