Li Konyayê erd hejiya

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Konya Kulu Erdhej Gola Wanê Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuluyê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Konyayê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Kuluyê ya Konyayê saet 07:58an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,8 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 13,57 kîlometre bûye.

Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Parêzgariya Konyayê jî derbarê erdhejê de ragihand ku ji ber erdhejê ti agahiyeke neyînî negihiştiye wan.

Li aliyê din, piraniya niştecihên navçeya Kuluyê Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst