Qeyrana aborî li Tirkiyê bandor li rojnamegeriya wî welatî kiriye

Stenbol (Rûdaw) - Krîza aborî li Tirkiyê di çendîn qadan de metirsî çêkirine û bi dehan sektor di bin gefa îflasê de ne. Yek ji wan qadan ku di bin gefê de ye, rojname, govar û weşangeriya nivîskî ye. Ji ber ku li Tirkiye kargehên kaxezan nînin û bihabûna dolar ji bo bazirganan zirareke mezin bi xwe re tîne, çendîn rojname û govaran li Tirkiyê dawî li weşana xwe anîne û hinek din jî li ber rawestandina weşana xwe ne.

 

Qeyrana aborî ya ku li Tirkiye hîna jî rasterast nav lê nehatiye kirin, li gelek qadan metirsiyên mezin dane destpêkirin. Bi dehan sektor di bin gefa îflasê de ne, ku yek ji wan qadan jî medyaya nivîskî, weşangerî ye.

 

Ji ber ku li Tirkiyê fabrîqayeke kaxezan nîne û bihabûna dolar ji bo karsazan zirareke mezin bi xwe re tîne, çend rojnameyên rojane di bin gefa girtinê de ne. Weşanger û rojnameger jî her roj gaveke din nêzikî îflasê dibin.

 

Yek ji qadên ku derbeke giran ji bihabûna dolar dixwe, medyaya nivîskî, rojname, weşangerî û çapxane ne. Yek ji mezintirîn rojnameyên Tirkiyê beriya demekê dawî li wêşana xwe anî. Yeke din neçar ma, ku navberê bide çapa xwe. Beşek ji rojnameyên herêmî hatine girtin, yên din jî di bin wê gefê de ne. Ji ber ku kaqiz li Tirkiye nayê hilberîn û hawirde jî bi drawan e, ew sektor li ber têkçûnê ye.

 

Gerîndeyê Rojnameya Evrensel, Fatîh Polat dibêje: "Maliyata kaxizê li gorî sala çuyî duqat zêde bûye. Bi taybetî rojnameyên ku ji aliyê ti kesî ve nayên fînansekirin û reklamên xwe nîn in rewş gelekî giran e. Ew yek dike ku rojname bi girtinê ve rû bi rû bimînin. Ew jî pirdengiya medyayê ji holê radike. Rojname dibin qurbanê polîtîkayên hikumetê."

 

Temamê pêdiviya kaxizên rojname û pirtûkan ji Fînlandiya û Norwêcê tê hawirdekirin. Dema dolar berz dibe, mesrefê çapkirina wan duqat dibe. Ew neçar dibin ku bihayê xwe zêde bikin lê vêcarê jî kes wan nakire. Tucarên kağizan jî didin zanîn ku ew heta qirikê deyndar in û rewş ji texmînan xirabtir e.

 

Karsazê bi navê Necatî Akar jî diyar dike: "Ji ber ku bawerî bi bazarê nemaye hawirdekar siparişa kaxizan nadin. Rojname û weşanger ewê kêşeyeke gelekî kûr bibînin. Ew qad bi temamî li ser dolar e û em nikarin kağizan bînin. Rojname û çapkirina pirtûkan di xeterê de ye. Ger wiha biçe emê neçar bibin ku bi dolar firotinê bikin."

 

Ji ber ku bêyî rojnameyên ser bi hikumetê ve li keviya xetereyê ne, sendîkayên rojnamegeran jî di nava liv û tevgerê de ne. Ew dibên, mafê agahdarbûn û hayîdarbûnê ti xetereyê de ye û yekdengî serdest dibe. Li aliyê din wêşangeriya kurdî jî bêhtir di bin wê gefê de ye.

 

Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê, Mustafa Kulelî ji Rûdawê re got: "Medya Tirkiyê di dîroka xwe de rewşa herî xirab dijî. Temînkirina kaxizê bûye tiştekî gelekî zor. Bo wan medyayên ku kes li pişt nîn e rewş xirab e. Medyaya mixalîf û ya kurdan li keviya girtinê ne. Tabloyek reş li pêşiya me ye. Bo demokrasiyê pirdengî şert e. Divê xelk li rojnameyan xwedî derkeve û hikumet jî gavan biavêje."

 

Bi van hincetan li Tirkiyê di nava 3 salên dawîn de 11 rojname hatine girtin. Hezar û 156 rojnameyên herêmî jî hatine wê qonaxê ku çapa xwe rawestînin. Gefa bêkarmayîna bi hezaran rojnameger, nebûna pirtûk û govaran jî kêlî bi kêlî nêzikî Tirkiye dibe.